1’emîn Mîhrîcana Şano ya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

 1’emîn Mîhrîcana Şano ya Zarokan a Hêvî di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû. Di mîhrîcanê de şanoyên “Belek û Reşbelek”, “Gul”, “Em ê herin seyranê”, “Em Paşeroj in” hatin pêşandan. Koma Avzem bi çend stranan hunera xwe pêşkêş kirin. Di dawiyê de spasname li komên ku beşdarî mîhrîcanê bûbûn hatin belavkirin.

17 hezîran, 2026   20:35
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunerê, bi hevkariya Şanoya Çiya û Tevgera Hilala Zêrîn, bi dirûşma “Şano Bi Zimanê Dayîkê Xweş e” 1’emîn Mîhrîcana Şanoya Zarokan a Hêvî li dar xist. Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê di roja duyemîn de hat lidarxistin. Zarok bi coşek mezin beşdarî mîhrîcanê bûn. 

600 zarok û 7 komên şano yên zarokan beşdarî mîhrîcanê bûn. Her wiha komên zarokan ên orkestra û govendê jî beşdar bûn.

Roja duyemîn bi peyamên ji Ewropa, Wargeha Mexmûrê, Şengal, Bakur û Başûrê Kurdistanê û Şamê hatine, xebatên amadekariya mîhrîcanê bi sînevîzyonê hatin nîşandan.

Piştî sînevîzyonê Koma Hîlala Zêrîn a Gundê Girbawî şanoya “Belek û Reşbelek” ku divê duh bihata pêşandan, îro hat pêşkêşkirin. Naveroka şanoyê piştîkên birçî ji bo zikê xwe têr bikin, mişkan bi derewa hevaltiyê dixapînin û wan dixwin. Mişk êdî ji xwe re dikin ders ku dijminê kevin nabe dost.

Piştre Koma Şehîd Erdal a Şano ya Navenda Çand û Hunera Dicle şanoya “Gul” pêşkêş kir. Koma Feraşîn a Şano ya Hîlala Zêrîn şanoya “Em ê herin seyranê” pêşkêş kir. Di herdû şanoyan de qirêjkirina xwezayê, zirara ku tê dayîna xwezayê, hişyariya civakê ji bo parastina xwezayê, girîngiya xwezayê ji bo jiyana mirov hat nîşandan.

Piştî herdû şanoyan Koma Yekpar a Şanoyê şanoya bi navê “Em Paşeroj in” pêşkêş kir. Şanoyê avabûna kesayeta zarokan ji bo pêşerojê û xeyalên zarokan ên ji bo pêşerojê kir mijara xwe.  

Koma Avzem a Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil çend stran gotin.

Di dawî de spasname li komên ku beşdarî mîhrîcanê bûbûn hatin belavkirin.

(bî/fr)

ANHA