Koçberên Serêkaniyê: Malên me hatine talankirin

Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku malên wan hatine talankirin û rewşa ewlehiyê li Serêkaniyê xeternak e.

Koçberên Serêkaniyê: Malên me hatine talankirin
Koçberên Serêkaniyê: Malên me hatine talankirin
Koçberên Serêkaniyê: Malên me hatine talankirin
Koçberên Serêkaniyê: Malên me hatine talankirin
Koçberên Serêkaniyê: Malên me hatine talankirin
29 adar, 2026   02:25
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Koçberên ji Serêkaniyê serdana gundên xwe kir û dît ku ew di vê rewşê de nikarin vegerin malên xwe. Malên wan rûxandine û talan kirine. Rewşa ewlehiyê jî xeternak e.

Koçbera bi navê Îdo Mihemed El Hemîd piştî 7 salan serdana gundê xwe dike û got: “Ez çûm gund ji bo ku ez mala xwe bibînim. Mala min xirab kirine, êdî ez nema dikarim di mala xwe de rûnim. Mala min talan kirine û tiştek tê de nehiştine.”

Îdo El Hemîd anî ziman ku hinek alî gefan li wan dixwin û wiha got: “Zarokên me ji ber ku bi Rêveberiya Xweser re dixebitîn, gef li me dixwin. Ez ditirsim dema ku vegerim zarokên me birevînin û bukjin. Li Serêkaniyê xizmetguzarî nîne û dema em vegerin dê zehmet be em ji nû ve malên xwe lê bikin. Ji bo em vegerin divê garantiya ewlehiya me bidin, bi me re bibin alîkar em malên xwe lê bikin. Elektirîk û avê jî bidin me.”

Zekiye Mihemed jî ya di bin konekî biçûk de dimîne û 10 kesan xwedî dike, li ser rewşa Serêkaniyê axivî û wiha got: “Nasên min ên li Serêkaniyê dimînin ji min re got rewşa aborî û xizmetguzariyê li Serêkaniyê xirab e. Elektirîk û av nîn e û madeyên xwarinê gelekî biha ne. Zarokên min hene ez nikarim di van rewşan de vegerim Serêkaniyê. Em bûye 7 sal me malên xwe nedîtine. Ji bo ku em vegerin divê garantiya ewlehiya me were dayîn, mayînan rabikin û em komî bi hevre vegerin. Dema em vegerin divê bi me re bibin alîkar ku em malên xwe lê bikin û xwe xwedî bikin.”

Bi hezaran koçberên Serêkaniyê 7 sal e li koçberiyê ne. Çeteyan mal û milkên wan desteser kirine. Ji bo ku vegerin mîsogeriya vegerandina mal û milkên xwe û jiyaneke ewle dixwazin.

ANHA