Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şermezar kir û piştgiriya xwe nîşan da.

Mazlûm Ebdî êrişa li dijî mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir
28 adar, 2026   22:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku Fermandarê Giştî yê QSDˊê di peywendiyeke telefonê de bi serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bi tundî êrişa li dijî mala wî şermezar kir.

Ebdî di peywendiyê de diyar kir ku ew li kêlek gel û Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê di rûbirbûna gef û êrişan de disekinin û anî ziman ku ewlehî û aramiya Kurdistanê erka tevan e û aramiya Başûr ji aramiya her Kurdekî/ê û herêmê ye.

Mazlûm Ebdî piştevaniya xwe ya tevahî bi Herêma Federal a Kurdistanê re di van demên hestiyar de nîşan da, tundî û tevahî şêweyên gefên siyasî yan jî leşkerî red kir.

(fr)