Heftename: Siyaseta Şamê azadiyan tehdît dike

Analîzvan diyar dikin ku Sûriye şahidiya zêdebûna biryarên îdarî dike ku ji qanûnê derbas dibin û azadiyan tehdît dikin. Li gorî raporan, şer "dewlemendiyê li gorî erdnîgariyê ji nû ve belav dikin", bi awayekî ku xizmeta aboriya Amerîka dike, hêza bersivdanê ya Îranê jî kêm dibe.

Heftename: Siyaseta Şamê azadiyan tehdît dike
29 adar, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ragihandina erebî yên vê hefteyê bal kişand ser rewşa azadiyan li Sûriyeyê, rêveçûna şerê li Îranê, bandora wê li ser Rojhilata Navîn û sîstema herêmî.

SÛRIYE DI NAVBERA QANÛN Û WESIYETÊ DE

malpera "Al Modon" behsa rastiya azadiyan li Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku dayîna biryaran û giştînamyên bi xwezaya qanûnî ku li dijî bendên Danezana Destûrî ne, bûye hêrsek bilind. Malperê diyar kir ku ev pêkanîn prensîba veqetandina hêzan têk dibin û ji nû ve qada giştî li gorî berçavgirtinên olî û nasnameyê, li ser hesabê têgeha hemwelatîbûna wekhev şikil didin. Malperê biryarên ku ji hêla parêzgaran ve hatine dayîn, ji Şamê heta Laziqiyê û Hemayê, wekî nîşaneya berfirehkirina rola desthilata rêveberiyê li derveyî sînorên wê yên qanûnî nirxand.

Di vê çarçoveyê de, biryara parêzgarê Şamê ya der barê birêxistinkirina firotina alkolê de bû sedema nîqaşên berfireh, ji ber ku ew "ji metnek qanûnî ya heyî derbas bû" û ber bi "ji nû ve avakirina qada giştî li gorî vîzyonek çandî-olî ve çû", gef dixwar ku bajar veguherîne "nexşeya berîkên mezhebî".

Malperê her wiha destnîşan kir ku xwepêşandanên ku li Şamê hatine dîtin ne bûyerên takekesî bûn, lê belê îfadeya "redkirina berhevkirî ya nêzîkatiyek îdarî ya ku qanûnê paşguh dike û azadiyan binpê dike" bûn. Malperê da zanîn ku ev gav veguherîna desthilata demkî li Şamê ji dezgeheke sepandina qanûnê bo "desthilateke wesayetê ku destwerdanê di şêwazên jiyanê û tevgerên civakî de dike" nîşan didin.

Malperê encam da ku nakokiya heyî ji biryarên takekesî derbas dibe û hişyarî da ku "serdestiya wesayetê li ser qanûnê" gefê li qada giştî dixwe ku wê veguherîne qadeke kontrolê ne ku qadeke hemwelatîbûnê.

‘ŞERÊN NÛJEN ERDNÎGRIYÊ JI NÛ VE BELAV DIKIN’

Rojnameya El Şerq El Ewset behsa aliyê aborî yê şer kir û diyar kir ku “şerên nûjen dewlemendiya nû çênakin, lê ew bi awayekî erdnîgarî ji nû ve dewlemendiyê belav dikin" ku ev yek nîşan dide çima aboriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji zêdebûna şer sûdê werdigire.

Rojnameyê destnîşan kir ku polîtîkayên serokê DYA`yê Donald Trump ku li ser peydakirina veberhênanê ne, nas kir ku şer dihêle sermaye ber bi bazarên aramtir ve biçe, bi taybetî bazarên DYA`yê.

EWLEKARIYA KENDAVÊ...BINGEHA DANÛSTANDINÊN NÛ YE

Rojnameya El Xalîc diyar kir ku tevî axaftina li ser îhtîmala danûstandinan di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de, rewşa siyasî û leşkerî hîn jî di nav nezelaliyê de ye.

Rojnameyê bal kişand ser girîngiya beşdarbûna welatên Kendavê di her çareseriyek pêşerojê de, ji ber ku ew rasterast li hember pêşkeftinên ewlehiyê lawaz in, nemaze digel êrişên ku tesîs û binesaziya enerjiyê hedef digirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku her rêyek danûstandinê ya gengaz divê ne tenê bi mijara nukleerî ve sînordar be, lê divê bernameya mûşekî ya Îranê jî di nav xwe de bigire, ku bûye çavkaniyek fikarên mezin ji bo welatên herêmê. Hat diyarkirin ku gihîştina çareseriyekê hewceyê lihevkirinek berfirehtir e ku hevsengiyên herêmî û ewlehiya kolektîf li ber çavan bê girtin.

(fr)