Koçberên Serêkaniyê banga alîkariya ji bo koçberên ji Heleb, Reqa û Tebqayê kir

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga alîkarî û piştgiriya ji bo koçberên ji Heleb, Reqa û Tebqayê kir.

Koçberên Serêkaniyê banga alîkariya ji bo koçberên ji Heleb, Reqa û Tebqayê kir
19 ÇILE, 2026   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê têkildarî rewşa koçberên ji Heleb, Reqa û Tebqayê gihaştine kantona Cizîrê daxuyanî da.

Komîteyê rave kir ku bi hezaran malbatên koçber gihaştine kantona Cizîrê û bi şert û mercên jiyanê yên pir dijwar re rû bi rû ne, ji ber kêmbûna stargeh, xwarin, av û pêdiviyên bijîşkî, her wiha pêdiviyên bingehîn ên zarok, jin û extiyaran.

Komîte bang li koçberên Serêkaniyê li herêm û bajarên cuda yên kantona Cizîrê û hemû kes, sazî û xêrxwaz û rêxistinên mirovî û mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bînin û tavilê tedbîrên pêwîst bigirin da ku alîkariya bijîşkî û mirovî peyda bikin.

Komîteyê di dawiya daxuyaniya xwe de got piştgiriya koçberan û sivikkirina êşên wan erkeke mirovî ya lezgîn e ku nayê paşxistin û banga tedbîrên bilez û bi bandor kir.

(k)

ANHA