Koçberên Lubnanê vedigerin warê xwe

Çend saet piştî ragihandina agirbestê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, Lubnaniyên koçber bibûn vedigerin warê xwe.

Koçberên Lubnanê vedigerin warê xwe
28 mijdar, 2024   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Lubnaniyên ku ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê koçber bibûn, çend saet piştî ragihandina agirbestê vedigerin warê xwe.

Artêşa Îsraîlê li ser zimanê berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee hişyarî da niştecihan ku venegerin 10 gundên başûr û derdora wê

Avichay Adraee li ser hesabê xwe  yê "X"ê de hişyarî da ku neçin xeta gundên Şeba, Hebariye, Merceyûn, Ernûn, Yehmer, Qentera, Şeqra, Bereşît, Yatir û Mensûrî.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku artêşa Îsraîlê 1ˈê Cotmeha îsal êrişeke bejahî li başûrê Lubnanê dabû destpêkirin. Di encama êrişan de malên welatiyên, binesaziya sivîl, tenduristî û rê, navendên artêşa Lubnanê û nuqteyên hêzên UNIFEL yên girêdayî NYˈyê kirin hedef. Ji ber êrişan bi hezaran kes ji cih û warê xwe bibûn.

Piştî çend meh di ser şerê Îsraîl û Hizbullah re derbas bûn, duh (27 Mijdar 2024) bi navbeynkariya DYAˈyê de agirbest hat ragihand. Li gorî lihevkirina agirbestê, hêzên Îsraîlê dê di nava 60 rojan de ji başûrê Lubnanê vekişin, Hizbullahê jî dê ji bakurê çemê Lîtanî (30 km nêzî sînorê Îsraîlê) vekişe û artêşa Lubnanê li başûrê çemê Lîtanî û 33 deverên sînorî bi cih bibe.

(bb)