Di Rêveberiya Xweser de erkdariyên nû

Di sazumeniya rêveberiya xweseriya demokratîk de erkdariyên nû hatin pejirandin.

Di Rêveberiya Xweser de erkdariyên nû
28 mijdar, 2024   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 110ˈan li dar dixe.

Endamên Desteya Serokatiyê ya Meclisa Demokratîk a Gelan, şêwirmendê Meclisa Demokratîk a Gelan Hesen Koçer, nûnerên Desteya Diravî, endamên Rêveberiya Giştî ya Gumrikê û endamên meclisên demokratîk ên gelan ên heft kantonên herêmê beşdarî civînê bûn.

Endamên Meclisa Demokratîk a Gelan pêşniyarên Semîra Ehmed bibe hevseroka Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Heya Samir Kihês bibe Hevseroka Desteya Diravî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pejirandin. 

Pêşniyara ku Nûrşan Mihemed Hisên û Zêdan El Asî bibin hevserokên Meclisa Têkiliyên Dîplomasî û Newar Munîr Melûs jî wekî nûnerê pêkhateya Suryan di Komîseriya Bilind a Hilbijartinan de were hilbijartin hatin pejirandin.

Nûnerên hatin hilbijartin sond xwarin ku dê erkên xwe bi rêk û pêk bi cih bînin.

Civîn bi nîqaşkirina hin bendên qanûna gumrikê didome.

(bb)

ANHA