Koçberên li kampa Waşûkanî daxwaza pêkanîna berpirsyariyên mirovî kir

Bi hatina havînê û zêdebûna germahiyê re, êş û zehmetiyên bi hezaran koçberên ji Serêkaniyê yên di kampa Waşûkanî ya Hesekê de zêde dibin. Koçberan bang li rêxistinên mirovî û civata navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe yên mirovî pêk bînin.

Koçberên li kampa Waşûkanî daxwaza pêkanîna berpirsyariyên mirovî kir
Koçberên li kampa Waşûkanî daxwaza pêkanîna berpirsyariyên mirovî kir
Koçberên li kampa Waşûkanî daxwaza pêkanîna berpirsyariyên mirovî kir
Koçberên li kampa Waşûkanî daxwaza pêkanîna berpirsyariyên mirovî kir
27 hezîran, 2025   06:25
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Bi hatina havînê re, êşên koçberên bajarê Serêkaniyê yên dagirkirî yên li kampa Waşûkanî ya li Hesekê zêde dibin. Ev kamp piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di 2019’an de li ser Serêkaniyê, hat avakirin û tê de bi hezaran koçber bi cih bûne.

Li gel bilindbûna pileyên germahiyê, nebûna kehrebeyê bi saetên dirêj, kêmbûna ava vexwarinê û xerabbûna kanalîzasyonan, jiyana şêniyan veguherî kabûsê. Di nava kampê de nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê hene.

BINESAZIYA XERABBÛYÎ Û ÇARESERIYÊN DEMKÎ

Kampa nêzî 5 salan e hatiye avakirin, li ser binesaziyeke demkî ku bi demê re xerab bûye, li gel wê jî tu bersiveke navneteweyî tune ye û derfetên Rêveberiya Xweser jî kêm in.

Koçber xwe dispêrin çareseriyên demkî, lê di heman demê de krîzên tenduristiyê zêde dibin û gêzik belav dibin.

ŞAHIDIYÊN ÊŞÊN BERDEWAM BELGE DIKIN

Koçber Salim El Derwêş wiha rewşê wesif dike: "Bi hatina havînê re, êdî rûniştina li bin konan ji saet 9’an sibehê ve ne pêkan e. Ji ber ku germa zêde dibe. Li kêlek wê jî rêxistinên berpirsê paqijiyê tune ne û bi wê re çop belav dibe. Saetên kehrebê jî kêm in, pirsgirêka kanalîzasyonê her ku diçe zêde dibin û ew jî gefên belavbûna nexweşiyên xeternak dixwin."

El Derwêş wiha domand: "Em ji aliyê eleqedar û rêxistinên mirovî daxwaz dikin ku bi awayekî lezgîn tev bigerin, çareyekê ji krîza kehrebê re deynin û kanalîsyonan sererast bikin, beriya ku ev pirsgirêk dibin sedema belavbûna nexwşiyan û kombûna gêzikên bizirar."

ZAROK YEKEMÎN QURBAN IN

Koçber Selemiye Mihemed der barê bandora rewşê ya li ser zarokan de axivî û got: "Zarokên me êşên nexweşiyên çermê û tavgirtinê dikişînin. Kehrebe kêm e û ew jî me ji pêxistina alavên tenduristî yên pêwîst mehrûm dike; weke klîma û avsarkê. Li kêlek wê jî nebûna avê bûyer pirsgirêka rojane."

Selemiye daxwaza zêdekirina saetên dayîna kehrebeyê û başkirina xizmetguzariyên avê kir û got: "Hewcedariya me ya pêxistina kehrebê di dirêjahiya rojê de heye. Divê parên me yên madeyên xurdemeniyê werin zêdekirin. Ji ber ku rewşa niha nayê tehemûlkirin."

BELAVBÛNA NEXWEŞIYAN Û MEZINBÛNA TRAJEDIYAN

Li aliyekî din jî koçber Emîne Hisên rewşa li hundirê kampê wek pir zehmet wesif kir û got: "Bi derbasbûna demê re, êşên me zêde dibin. Em zehmetiya kêmbûna kehrebê, nebûna avê û xerabbûna kanalîzasyonan dikişînin. Bi wê re nexweşiyên çermê belav dibin û gêzik zarokan nexweş dikin û xeteriya zêdebûna pandemiyan zêde dibe."

Emîneyê bi daxwazeke tijî êş û zehmetî gotina xwe bi dawî kir: "Tevî garantiyan, em daxwaza vegereke ewle li warên xwe dikin. Ji ber ku em ji jiyana konan ku rewşa me kiriye zîndaneke rojane, nefret dikin.”

BANGÊN LEZGÎN ÊN ÇARESERKIRINÊ

Bi hatina havînê re bangên niştecihên kampa Waşûkanî ji bo rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî ya ji bo pêşkêşkirina piştgiriyeke lezgîn, başkirina rewşên tenduristî û jiyan û misogeriya vegera birûmet a koçberan li warên xwe dubare dibin.

(fr)

ANHA