'Hebûna jinan di şandeya danûstandinan de bi serê xwe peyamek e’
Berdevkê Şandeya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, hebûna jinan di şandeyê de bi serê xwe peyamek li dijî helwesta hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li hember jinan e. Her wiha destnîşan kir ku wan di dan û standinan de helwestek nenavendî girtine.

Berdevka Şandeya Danûstandinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re Meryem Îbrahîm anî ziman ku mîsogerkirina maf û azadiyên hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Sûriyeyê tenê bi rêya danezaneke destûrî ya berfireh pêkan e.
Meryem Îbrahîm destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî û ezmûna Rêveberiya Xweser îsbat kiriye ku edalet, wekhevî û yekbûna civakî tenê bi beşdariya hemû pêkhateyan di rêvebirina kar û barên xwe de pêkan e. Her wiha diyar kir ku Rêveberiya Xweser nayê wateya veqetandinê, wekî ku hin kes îdia dikin, lê belê rêgeza hevkariya rasteqîn a di avakirina welatekî ku hemû Sûriyeyî dihewîne de temsîl dike.
Meryem hevdîtina yekemîn a şandeya Rêveberiya Xweser a ligel hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi "erênî û gavek cidî ya ber bi lihevkirinê" ve nirxand û wiha domand "Dosyayên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, mijara ezmûnên xwendekaran, her wiha avakirina komîteyên hevbeş ku li ser dosyayan bisekinin, di nav de lihevkirinên destpêkê li ser mijarên girîng çêbûn. Xala sereke ya hevdîtinê teqezî li ser yekitiya xak û gelê Sûriyeyê kir. "
Meryem da zanîn ku Rêveberiya Xweser berê û niha jî li dijî cudexwaziyê ye û bi vebijêrka nenavendî ve girêdayî ye û got, ev vebijêrk rêya realist a derketina ji tunela paşguhkirin û dûrxistinê ye ku rejîma Baas’ê li dijî pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê pêk dianî.
Meryem der barê tunebûna nîqaşên rasterast li ser rol û temsîla jinan de jî ev nirxandin kir "Tunebûna nîqaşên rasterast li ser rola jinan nayê wateya paşguhkirina wan, lê beşdariya jinan di şandeya Rêveberiya Xweser bi tena serê xwe peyameke ku cewherê vê mijarê nîşan dide. Tê zanîn ku Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve bi rêya pergala hevserokatiyê rêgeza tevkariya di navbera her du zayendan de pejirandiye."
Meryemê da zanîn ku divê temsîla jinan di parlamento û destûra bê ya Sûriyeyê de hebin da ku rola pêşeng a jinan di avakirina Sûriyeya nû ya li ser bingehê edalet û wekheviyê werin mîsogerkirin.
Meryem di dewama axaftina xwe de bêcidiyeta hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di dan û standinên têkildarî pirsgirêkên jinan de rexne kir û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Ez hêvî dikim ku rihê hevdîtinên veguherin garantiyên destûrî yên rasteqîn û rewşeke nû der barê jinan bi taybetî de li Sûriyeyê bide avakirin."
Der barê dema bidawîbûna hevdîtinan de Meryem Îbrahîm da zanîn ku "Heya niha demek ji bo bidawîkirina hevdîtinan nehatiye diyarkirin. Li gorî peymana di navbera Ehmed El Şeri û Mazlûm Ebdî de divê heya 2025’an bendên peymanê werin pêkanîn, lê hevdîtin dereng bi rêve diçin, lew ra divê civînên berfireh werin lidarxistin da ku çareseriyên bingehîn çêbibin ku hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih werin."
Meryem Îbrahîm ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û adilane ku her kes bêyî cudabûn beşdarî rêveberiyê bibin bang li tevahiya gelê Sûriyeyê kir ku got, bi rihê nîştimanî tev bigerin, dûrî destwerdanên derve ku bûne sedema aloziya Sûriyeyê bikevin. Her wiha anî ziman ku kêliya heyî xaçerêyeke bi ser siberojeke cuda ve ye. Bang li tevahî hêzên çekdar kir ku beşdarî diyalogan bibin û QSD’ê wekî mînak ji xwe re bibin.
(bb)
ANHA