Kobaniyan xwest bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin

Şêniyên Kobanê diyar kir ku ew jî dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got, "Ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bibomînin."

Kobaniyan xwest bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin
27 hezîran, 2025   05:06
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Piştî Banga dîrokî ya "Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kiriye, qonaxa sêyemîn a kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bi navê "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" hat destpêkirin.

Girêdayî mijarê xelkê Kobanê jî got ev li vê kampanyayê dibin û dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Necmê Kenco got: "Ez jî dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim. Daxwaza min ew e Rêbertî bi fîzîkî azad bibe û di nav me de be. Wek jin, Rêbertî em ji koletî û tarîtiyê rizgar kirin. Em jî wek jin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Adil Şêx Mihemed anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bikin û got: "Rêber Apo, rêberekî demokrasîxwaz û aştîxwaz e. Ew dikare pirsgirêkên heyî çareser bike. Divê Rêber Apo ji zindanê derkeve, ji bo ku aramî li cîhanê pêk were. Em jî wek gelê Kurd dixwazin Rêber Apo bibînin û wî hembêz bikin."

Têkildarî kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd û daxwaza dîtina Rêbertî, Xûnav Bozan got: "Ez jî dixwazim Rêber Apo bibînim.  Em bi saya Rêber Apo û mîrasa şehîdên xwe gihiştin vê astê. Bi banga Rêbertî ev pêngava aştî dest pê kir. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn divê Rêbertî bi fîzîkî azad bibe."

Osman Elî jî diyar kir ku ew jî dixwaze Rêberê xwe bibîne û got: "Rêber Apo ji bo me jiyanek tije ronahî afirand. Em ji bindestiya bi hezaran salan rizgar kirin. Rêber Apo hewldanên hêzên desthilat ên kontrolkirina civaka Kurd, têk birin."

Di dawiyê de jî Necmê Elî diyar kir ku êdî divê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û wiha got: "Em dixwazin Rêber Apo bi fîzîkî di nava xwe de bibînin. Ji ber ku Rêber Apo xwedî fikra neteweya demokratîk e, ew dikare vê pêvajoya heyî çareser bike. Rêbertî jin ji koletiyê rizgar kir û rêya pêşengiyê nîşanî wê da. Em jinên Kobanê, em ê heta dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê bikoşin."

(fr)

ANHA