Koçberên ji Efrîn û Şehbayê: Divê dagirkeran ji herêmên me derxin

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên li Tebqayê bi cih bûne, bang li hêzên navneteweyî kir ku beriya dest bi çareseriya siyasî bikin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî derxin.

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê: Divê dagirkeran ji herêmên me derxin
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê: Divê dagirkeran ji herêmên me derxin
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê: Divê dagirkeran ji herêmên me derxin
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê: Divê dagirkeran ji herêmên me derxin
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê: Divê dagirkeran ji herêmên me derxin
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê: Divê dagirkeran ji herêmên me derxin
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê: Divê dagirkeran ji herêmên me derxin
Koçberên ji Efrîn û Şehbayê: Divê dagirkeran ji herêmên me derxin
31 ÇILE, 2025   03:40
TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku îdiaya çareseriya siyasî li Sûriyeyê dikin, du car e şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê ji warên wan koçber kirin, guhertina demgorafîk pêk tînin û komkujiyan li dijî niştecihan dikin. Der barê mijarê de koçberên ji Efrîn-Şehbayê yên li kantona Tebqayê dimînin, ji ajansa me re axivîn.

Koçbera bi navê Riweyda Îbrahîm bi van gotinan bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bû du car me koçber dikin. Ev jî komployek li dijî gelê Kurd e. Rêxistinên ku qala mafên mirovan dikin çima li hemberî qirkirinên li dijî Kurdan xwe bêdeng kirine, çima hedekî ji dewleta Tirk a dagirker re danaynin?"

Riweyda Îbrahîm bang li hêzên navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Efrîna dagirkerî rawestînin û vegera ewle û birûmet a şêniyên Efrîn û Şehbayê garantî bikin. Riweyda Îbrahîm bang li gelê Sûriyeyê û tevahî azadxwaz ên cîhanê kir ku ji bo vegera ewle piştgiriyê bidin gelê Efrîn-Şehbayê.

Koçberê bi navê Mistefa Reşîd jî pirsî: "Gelo ev şerekî plankirî yê qirkirina me ye an berdewama sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê me yê herêmê dagirkirî ye? Piştî em koçberî Tebqayê hatin kirin jî rêxistinên navneteweyeyî alîkariyê pêşkêşê me nakin û rewşa me bi temamî paşguh kirine."

Mistefa Reşîd da zanîn ku tevahî sûcên qirkirinê li dijî gelê Kurd ê ku guneh nekiriye tên kirin û got: "Em bi erdê xwe ve girêdayî ne. Ji hezarên salan ve em hene û em bi zeytûnên xwe ve girêdayî ne ku ji bo me pîroz in."

Reşîd bi domdarî got: "Ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê em nikarin vegerin warê xwe. Bêyî derxistina dagirkeran ji herêmê me, em venagerin."

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê yê ji Efrînê koçber bûye Welîd Dengelî jî anî ziman ku dewleta Tirk a îdiaya çareseriya siyasî dike derewan dike û wiha dom da axaftina xwe: "Dewleta Tirk û çeteyên wê erdê me dagir kirine. Divê Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî dagirkeriya Tirk bi dawî bike û bi grantiyan me vegerînin, piştre behsa çareseriya siyasî bike."

Welîd Dengelî anî ziman ji ber sûcên qetilkirin, desteserkirin û destdirêjiyê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dikin ew nikare vegere Efrînê û got: "Çareseriya yekane ya vegera me ya ewle ew e ku dagirker ji herêmên me bêne derxistin û grantiyên naveteweyî ku komkujî li dijî me neyên kirin werin dayîn.”

(bb)

ANHA