ˋYên ku banga derketina hêzên biyanî dikin divê ji dewleta Tirk ve dest pê bikinˊ

Xelkê bajarê Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e û divê ji Sûriyeyê derkeve û got ji bo kesên banga derketina hêzên biyanî dikin, divê ji dewleta Tirk ve dest pê bikin.

ˋYên ku banga derketina hêzên biyanî dikin divê ji dewleta Tirk ve dest pê bikinˊ
31 ÇILE, 2025   05:15
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî hilweşîna rejîma Baasˋê li Sûriyeyê dengên ji bo derketina hêzên biyanî û çekdarên biyanî li Sûriyeyê bilind bûn. Tevî wê ev daxwaz ji bo dewleta Tirk a dagirker ku dagirkeriya herêmên Sûriyeyê fireh dike û êrişên bênavber li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, nehatin kirin.

Di vê çarçoveyê de ajansa me nêrînên gelek welatiyên li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li ser dewamkirina dagirkiriya Tirk ji xaka Sûriyeyê re digel daxwazên derketina hêzên biyanî ji Sûriyeyê, girtin.

ˋDEWLETA TIRK DEWLETEKE DAGIRKER Eˊ

Welatiyê bi navê Hemed Eşref Elî diyar kir ku gelek hêzên navneteweyî destwerdan li krîza Sûriyeyê kirin, di nav de dewleta Tirk a dagirker a ku herêmên Sûriyeyê mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û bi rêya komên xwe yên çete gelek sûc pêk anîn.

Elî wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xwe weke xwediyê maf li Sûriyeyê nîşan bide. Lê em Sûriyeyî wê dewleteke dagirker dibînin. Em dibêjin divê çareseriya li Sûriyeyê, dûrî destwerdanên derve be û sûriyeyî be."

Elî bang li NYˋyê kir ku li ser derxistina hêzên dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê bixebite û ji bo avakirina siberojeke azad dûrî tu fermanên biyanî pitşgiriyê bide sûriyeyiyan.

ˋKî daxwaza derketina hêzên biyanî dike, divê ji dewleta Tirk ve dest pê bikeˊ

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Feyad El Hesanî hebûna biyaniyan li Sûriyeyê red kir û got: "Em Sûriyeyî berjewendiyên xwe nas dikin û dagirkeriyê bi tundî red dikin."

El Hesanî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nekir û bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide herêmên din dagir bike.

El Hesanî wiha domand: "Kî îro banga derxistina hêzên biyanî ji Sûriyeyê dike, divê destpêkê daxwaza derxistina dewleta Tirk a dagirker bike, ji ber ku ew ji bo yekitiya xaka Sûriyeyê yê herî xeternak e."

ˋDEWLETA TIRK LI SÛRIYEYÊ XWEDÎ TIMAYÊN BERFIREHKIRINÊ YEˊ

Welatiyê bi navê Usama Elî jî diyar kir ku tu cudahî di navbera hebûna leşkerî ya hin hêzên navneteweyî û dewleta Tirk a dagirker de tune ye û got: "Hin hêzên biyanî di hebûna xwe li Sûriyeyê de xwedî rewabûneke navneteweyî ne, lê dewleta Tirk a dagirker yekser dagirkeriyê dimeşîne û li Sûriyeyê xwedê timayên berfirehkirinê ye."

Elî di dawiyê de got divê dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyeyê bikişe û divê çareseriya Sûriyeyê dûrî destwerdanên derve be û teqez Sûriyeyî be.

DAXWAZXÊN YEKGIRTÎ: DEWLETA TIRK JI SÛRIYEYÊ DERKEVE

Ev helwestên gel nîşan didin ku dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê red dikin, ji ber ku ew li pêş çareseriya nîştimanî ya Sûriyeyî astengiya herî mezin e.

(fr)

ANHA