Koçberên Efrînê li hemberî êriş û dorpêçê li ber xwe didin

Koçberên Efrînê yên li kampa Berxwedan dimînin diyar kir ku dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin û êrişên dewleta Tirk li hember berxwedana gel nabin bend. Koçberan got, dê têkoşînê bidomînin heta Efrîn rizgar bibe.

Koçberên Efrînê li hemberî êriş û dorpêçê li ber xwe didin
Koçberên Efrînê li hemberî êriş û dorpêçê li ber xwe didin
Koçberên Efrînê li hemberî êriş û dorpêçê li ber xwe didin
12 sibat, 2024   04:38
ŞEHBA

Koçberên Efrînê yên li kampa Berxwedanê ya li Şehbayê dimînin diyar kir ku berxwedan û têkoşîna wan wê siyaseta dorpêçê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve têk bibe.

Elîf Bîlal diyar kir ku zehmetiyên zivistanê yên heyî û dorpêça hikumeta Şamê li hember berxwedana  gel nabe bend. Elîf Bîlal têkildarî zehmetiyan jî got: " Zivistan sar e û havînê jî germ e. Di zivistanî de ji ber sermayê di hundir konan de bê sotemenî rûniştin nabe, zarok û kal û pîr nexweş dibin. Di havînê de jî ji ber germahiya zêde zarok nexweş dikevin. Lê belê koçberên Efrîn soz dane wê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Her wiha Mezlûm Fewzî jî diyar kir ku siyaseta birçîkirinê ya ku hikumeta Şamê dimeşîne wê bi berxwedana gel têk biçe.

Ebdîn Hemo destnîşan kir ku 6 sal e li Şehbayê di nava berxwedanê de ne û wiha domand: " Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker armanc dikin em Şehbayê vala bikin. Lê bila baş zanibin em ê heya rizgariya Efrînê di nava wargeha penaberiyê de têkoşîn bikin."

Nîhal Îsa dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê şermezar kir û got: " Dorpêça hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye dihêle ku zehmetiyên me yên peydakirina derman, sotemenî û pêdiviyên jiyanê zêde bibin. Lê belê me rêyek berxwedan hilbijartiye. Ji ber vê jî têkoşîna me wê dorpêça hikemta Şamê têk bibe."

Ji zêdekirî 6 salan ve hikumeta Şamê ambargoyeke giran daniye ser kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Nahêle pêdiviyên sereke, derman û sotemenî derbasî van deveran bibin.

ANHA