Ji deh salan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe

Asya Hisên ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan tê koşiya û di sala 1998'an de wê xewna xwe pêk anî. Asya destnîşan kir ku hevdîtinek tenê bes bû ku azadî di dilên şopdarên wî de bê çandin.

Ji deh salan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe
12 sibat, 2024   03:34
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Asya Îsmaîl Hisên a ji kantona Minbicê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dayika gerîlayeke Yekîneyên Jinên Azad – STAR (YJA-STAR) e.

Asya Hisên dixwest Rêber Abdullah Ocalan bibîne, lê belê gelek astengî li pêşiya wê derketin.

Têkildarî astengiyan Asya Hisên got: "Gelek zehmetî li pêşiya me wek jin derdiketin. Civaka me maf û azadiya jinan di nav malbat û civakê de nedane wan û wan her tim biçûk dibînin. Her wiha derketina wan ji malê wek sûcekî dihesibînin."

ˊHEVDÎTINA PIŞTÎ TÊKOŞÎNEKE DIRÊJˊ

Asya Hisên diyar kir ku wê di sala 1998’î de Rêber Abdullah Ocalan dît û der barê wê hevdîtinê de ev nirxandin kir: "Ez yek ji wan jinên ku di salên 1990'î de gel bi rêxistin dikirin. Tevî hemû zextên civakê û astengiyên din min Rêbertî dît. Ji bo hevdîtina bi wî re û naskirina fikrên wî yên rizgarkirina gelan û jinan bi taybetî, ez 2 rojan li mala hevrêyekî me mam. "

Asya (58) ku niha di Kombûna Jinan a Zenûbiya de kar dike guh neda wan astengiyan. Asya xewna xwe ya hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan di sala 1998'an de kir rastî  û got: “Bi saya fikrên Rêbertî ez têkoşiyam. Rêbertî hêzeke xurt di hundirê min de da avakirin da ku ji bo azadiya xwe û azadiya tevahî jinan tê bikoşim. Bi saya wî ez di warê rêxistinkirina gel de dixebitim."

HÛRGILIYÊN HEVDÎTINÊ

Asya hûrgilî û kêliyan dîtina Rêber Abdullah Ocalan parve kirin û wiha got: "Saet nêzî 5'ê êvarê bû. Em li qadeke mezin kom bûn. Li qadê gelek kes hebûm ku wek min ji ber dîtina Rêber Abdullah Ocalan bi kelecan bûn. Dema ku Rêbertî daket qadê hemû kesên beşdar û rojnamevan li derdora wî kom bûn. Ez nikarin wê hesta di kêliya dîtina Rêbertî de bînim ziman. "

Asya destnîşan kir ku dîtina xwe ya Rêber Abdullah Ocalan wek xewnekê wesifand û wiha pê de çû: "Dîtina jinên din ên ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan dişopînin hişt îradeyeke mezin di dilê min de bê çandin. Rêbertî li tenduristiya me û rewşa me pirsî. Me nizanîbû ku dewletên zordest dixwazin Rêberê me ji nav me derxin. Tiştê ku bala min kişandiye ew bû dema rojnamevanan hewl didan wêne ji Rêbertî re bikişînin  û gotin û fikrên wî binivîsin."

Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan axaftina li ser têkoşîna li dijî zordestan bi dawî kir, Rêbertî ew birin cihekî din da ku Sakîne Cansiz a ku nû ji zîndanên faşîzma Tirk derketibû bibînin.

Asya wiha domand: "Sakîne Cansiz a ku di 9'ê Çileya 2013'yan de li peytexta Fransa Parîsê hat qetilkirin, li ser xebat û berxwedanê ji me re axivî û got ku zehmetiya ku wê û hevrêyên xwe di zîndana Amedê de kişandiye ew fêrî wateya berxwedan û serî netewandinê kirin. "

Der barê hêviya ku Rêber Abdullah Ocalan diçand de Asya Îsmaîl wiha got: "Me li cewhera Rêbertî nêrî. Me xeyal nekir ku fikrên wî gelên bindest û jinan rizgar bikin. Hevdîtinek tenê bes bû ku azadî di dilên şopdarên wî de bên çandin. "

Asya Hisê diyar kir ku wê nedixwest hevdîtina li gel Rêber Abdullah Ocalan biqede û got: "Ji ber hezkirin û girêdana me ya xurt bi Rêbertî re me nedixwest hevdîtin bi dawî bibe. Wê demê hevjîna şehîdekî ya dayika zarokekî 3 salî  bi me re bû. Lê belê Rêbertî xwest ew hay ji zarokên xwe hebin. Rêbertî bawer dikir ku ew zarok eger li ser fikrên azad bên perwerdekirin dê ji bo azadiya gelan têkoşînê bikin.

Asya anî ziman ku ew ji bo jinan û azadiya wan di Kombûna Jinan a Zenûbiya de kar dike û fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nav jinên civakê de belav dike.

ˊJI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN TÊKOŞÎN DIDOMEˊ

Asya Hisên destnîşan kir ku dê ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dîtina Rêbertî ji bo xurtkirina têkoşînê ajoyek bû. Piştî em tê gihiştin ku Rêbertî ji bo dîtina me xwe xist metirsiyê, me biryar da ku em serî netewînin. Me gel li gor fikrên Rêbertî bi rêxistin kir. Piştî komploya navneteweyî ya li dijî wî me asta têkoşîna xwe bilind kir. Em hîn li ser soza xwe ne heta azadî û serkeftinê mîsoger bikin û Rêberê xwe di nav xwe de bibînin."

(mh)

ANHA