Berxwedana 25 salan berdewam e -HÊVÎDAR XALID

Berxwedana 25 salan berdewam e -HÊVÎDAR XALID
12 sibat 2024   02:36

Dijminên gelê Kurd û dijberên azadî û demokrasiyê komployeke pêk anîn. Kompogeran bi pêşengiya DYA û Îsraîlê bi komployeke qirêj Rêber Abdullah Ocalan revand. Rûsya li beramberî  peyman û bazarên diravî di vê komployê de rol list. Îtalya, Kenya û Yewnanistanê jî di nav de  derdora 40 dewletên navneteweyî di komployê de cih girt.

Di 15’ê Sibata 1999’an de bi lîstokeke qirêj ku asta tevekariya van dewletan nîşan dide, Rêber Abdullah Ocalan hat revandin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Komploya li dijî Rêbertî maskên wan dewletan anîn xwar û mirovahiya wan sexte ji her kesî re îsbat kir. Bi komployê re aşkera bû ku bihosteke nirxê mirovahî li gel dewletên komploger tune ye. Her wiha derket holê ku ew dewlet ji bilî berjewendiyên xwe tiştekî din nizanin. Ev jî delîlê herî li pêş ê xirabî û durûtiya şaristaniya rojava ye, ku pesnê nirxên exlaqî yên derewîn û prensîbên azadiya takekesî dide. Ji roja komployê ve dîroka 15’ê Sibatê wekî rojeke reş ji bo gelê Krud û tevahî gelên cîhanê tê dîtin.

Armanca komploya navneteweyî têkbirina têkoşîna rizgariya Kurdistanê û gelê Kurd e yê mafên xwe  yê rewa dixwaze. Armanca din têkibina yek ji sembolên şoreşa azadiya li cîhanê an ku Rêber Abdullah Ocalan e. Ji armancên din ên komployê jiholê rakirina şoreşa jinan a bi pêşengiya jinên Kurd e yên xwe dispêre paradîgmeya Rêbertî derketine.

Revandina Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina hiqûqa Ewropa û qanûnên Neteweyên Yekbûyî û tevahî bendên Peymana Cinêvê ye. Lê Ocalan bi felsefe, îrade û îdeolojiya xwe komplo pûç kir û berxwedana li dijî polîtîkayên pergalên navneteweyî yên tevkarên dewleta Tirk xurt kir. Rêber Abdullah Ocalan li ser pêvajoyên komployê bi kurahî nirxandinên girîng pêşkêş kirine, bal kişand ser rola tevahî dewletan û aliyên herêmî û navneteweyî yên ku beşdarî komployê bûne. Rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku armancên hêzên komploger negihiştin serî ku xeyal dikirin dê bi girtina wî re têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê biqedînin.

Ji 25 salan ve Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hatiye ragirtin. Desthilata AKP’ê tecrîdeke mutleq li dijî wê dimeşîne ku binpêkirineke tund û sucekî li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd ne li dijî Ocalan tenê ye, lê belê li dijî tevahî gelên bindest û mezlûman e. Rêber Ocalan wekî girtiyekî siyasî ji mafên xwe yên herî besît bê par hatiye hiştin, têkiliyên wî bi derve re hatine birîn. Ji zêdekirî 3 salan  ve bi malbata xwe têkilî nedanî ye. Ev kirin derexlaqî ne û li pey wî armancên îdeolojîk, siyasî felsefeîk û dîrokî ne. Lê ruxmî tevahî binpêkirinan, Rêbertî ji bo gelên bindest di serî de gelê Kurd tê dikoşe.

Rejîma Tirk bi bihaneyên bê bingeh têkiliyên Ocalan bi derve re qut dike. Sedem û bihane ne qanûnî ne û ji rastiyê dûr in.

Desthilata Tirk, bi taybetî wezareta dadê ya Erdogan binpêkirin û pêkanînên giran li dijî Ocalan pêk tînin. Ev binpêkirin bi fermanên Erdogan têne kirin, armanc jê ew e ku ramanên Rêbertî dorpêç bikin, têkoşîna wî ya azad tune bikin û siyasetên qirkirin û faşîzmê pêk bînin, dîsa jî nîjadperestiyê li dijî wê û li dijî gelê Kurd bi gelemperî pêk bîne. Erdogan li pêşiya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê û welatên din dibe kelem. Her wiha tevahî hewldanên çareseriya demokratîk ên ku Kurd û Rêber Ocalan pêşkêş dikin asteng dike. Erdogan bi îdiayên ku Kurd xetereyê li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê çêdikin pêşî li tevahî hewldanên çareserkirina pirsgirêka Kurd digire.

Projeya Rêber Abdullah Ocalan projeyeke demokratîk e ku dikare çareserî ji tevahî aloziyên heyî yên gelên herêmê û cîhanê bibîne. Li ser vê yekê pêkanîna azadiya fîzîkî şertekî mutleq û bingehîn ji bo tevahî gelên herêmê ye. Azadiya Ocalan dê zemîneke guncaw biafirîne ku azadiya gelan bi taybetî ya jinan mîsoger bike.

Ocalan rêya azadî û rizgariya ji zilm û zordestiyê xêz kir. Mafên siyasî, civakî û leşkerî û hwd da jinan û azadî û rumeta wan di nava projeya neteweya demokratîk de mîsoger kiriye. Mîna her kes timî dibêjin, bêyî Rêbertî jin û ciwan azad nabin. Rêber Ocalan ne ji bo gelê Kurd û doza wê tenê têkoşînê dike, lê belê têkoşîna wî ji bo tevahî mirovahiyê û doza wan e. Rêber Ocalan banga biratî, yekitiya gelên bindest a li hemberî hêzên kapîtalîst ên cîhanî dike. Destekê dide doza azadiya jinan û wekî dozeke bingehîn û stratejîk dinirxîne. Lew ra em dibînin ku tevahî cîhan li derdora îdeolojî û xeta wî kom bûne.

Rêber Abdullah Ocalan ji destpêka rêwîtiya xwe ya şoreşgerî ve ji bo avakirina jiyaneke azad tê dikoşe. Rêber Abdullah Ocalan heta niha têkoşîna hebûnê ya ji bo avakirina pergala konfederaliya demokratîk dike ku hêzên modernîteya kapîtalîzmê wekî xetereyekê li ser hegemoniya xwe li herêma Rojhilata Navîn dibîne. Ev hêzanan di dema me ya heyî de Rojhilata Navîn veguherandiye qadeke şer di navbera hêzên navneteweyî û gelên bindest de yên berdêlên giran ên vî şerî didin.

Li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 25 sal di ser re derbas dibin û li hemberî tecrîda mutleq, lazim e her kes ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bike û bi xurtî beşdarî pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bibe. Lazim e her kes li hember pêkanînên li dijî Rêbertî bêdeng nemîne, lê dengê xwe bilind bike heta ji hêzên tarî û dijminê mirovahiyê azad bibe.

Divê her kes zextên siyasî li ser asta navneteweyî mezin zêde bikin, ji ber ku bûyera girtina Ocalan ne dosyayeke herêmî ye, lê belê dosyayeke navneteweyî ye. Divê her mirove azad daxwaza azadiya Rêbertî bike û bangawazî bike; çi bi avakirina rêxistinên herêmî ku zextê têra li rayedarên Tirk bikin, çi bi zexta li ser Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Komîteya li dijî Îşkenceyê ya Ewropayê be. Ji aliyê gelek saziyên mafên mirovan ve têkildarî tecrîdkirina Ocalan a li girava Îmraliyê rapor pêşkêşî wan hatin kirin da ku tedbîrên siyasî yên guncaw bigirin.

Ji bo pergalên ku beşdarî komploya qirêj bûne ya ku mîna wê di dîrokê de nin in, hilweşe divê gelê Kurd û tevahî mirovahî têkoşîna bîrdozî bi dirûşma "Bê Rêber Abdullah Ocalan jiyan nabe" xurt bikin ta azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Divê dewleta Tirk binpêkirinên li dijî gelê Kurd bi taybetî jinên ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a "Jin, Jiyan, Azadî" wekî bingeh ji xwe re girtine, tawestine. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî mirovahiyê ye, nemaze her kesî yeqîn kirin ku bêyî pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî wê jiyaneke azad, ewle, edal û aştî li herêmê nebin.

(bb)