‘Kobanê dê li hember êrişan û hewldanên dagirkirinê li ber xwe bide’

Şêniyên bajarê Efrînê yê dagirkirî piştgiriya şênî û şervanên Kobanê kir û got planên dewleta Tirk a dagirker ku ji sala 2014`an ve DAIŞ`ê bi kar tîne, bi bin ketine.

‘Kobanê dê li hember êrişan û hewldanên dagirkirinê li ber xwe bide’
26 kanûn, 2024   05:10
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Piştî ku li Kobanê bi bin ket, dewleta Tirk a dagirker rasterast bi balafirên bêmirov û çeteyên xwe êrişî Kobanê dike. Lê bi saya berxwedana şervanan li pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê bi ser neket. 

Efrîniyên ji bajarê xwe koçber bûne û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimînin, got ew bi şênî û şervanên Kobanê re ne.

Emîne Silêman got: "Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êriş dike. 2014`an bi DAIŞ`ê êriş kir lê bi bin ket."

Emîne wiha domand: "Kobanê dê li hember tevahî êrişan û hewldanên dagirkirinê mîna berê li ber xwe bide. Dê gel û şervan bi hev re li hember vê dagirkirinê bisekinin."

Emîne ev li gotinên xwe zêde kir: "Çi ji me bê xwestin em ê bikin û piştgiriyê bidin. Bê xwest em çek rakin û bi wan re li ber xwe bidin. Kobanê sembola berxwedanê ye û dê her wisa bimîne.

Têkildarî hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker erebeya rojnamevanan dema ji bendava Tişrînê vedigerîn Emîne got: "Her du rojnamevanan sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan radigihandin û aşkera dikirin. Lewma dewleta Tirk bi balafireke bêmirov êrişî wan kir ji bo ku rastiyan aşkera nekin."

Leyla Ehmed jî got dewleta Tirk nekarî vîna şervanan bişikîne û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk rojnamevanên ku destanên lehengiyê yên şervanan li bendava Tişrînê dişopandin, qetil kirin. Berê jî êrişeke bi vî rengî kiriye û navenda radyoya Kobanê FM jî kir hedef ku rastiyê radigihîne."

Leylayê bal kişand ser berxwedana Kobanê û got: "Bila dewleta Tirk a dagirker fêm bike ku nikare beşeke Kobanê dagir bike. Çi qasî rêbazan bi kar bîne lê gel dev ji axa xwe bernade. Kobanê ji bo gel rûmet e. Em bawer in ku berxwedana Kobanê dê careke din bi serkeve."

Îman Horo jî gefên dewleta Tirk li dijî Kobanê şermezar kirin û wiha axivî: "Em êrişên li ser bajêr red dikin. Em nahêlin ku dewleta Tirk a dagirker bajarê berxwedanê dagir bike. Berxwedêrên li Kobanê dê dersekê bidin dagirkeran."

Îmanê got: "Efrînî bi xelkê Kobanê re ne. Pêwîst bike em ê çek rakin û bajêr biparêzin. Kobanê di qirika dagirkeriyê de stirî bû û çi dike bila bike lê nikare Kobanê dagir bike."

Dewleta Tirk 19`ê Kanûnê rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema ji bendava Tişrînê vedigeriyan li ser rêya di navbera bajarê Sirîn û bendava Tişrînê de qetil kiribûn.

(şx)

ANHA