Gundekî Çomanê yê Hewlêrê hat bombebarankirin

Balafira bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gundê Werde yê girêdayî navçeya Çomanê ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ve bombebaran kir.

Gundekî Çomanê yê Hewlêrê hat bombebarankirin
25 kanûn, 2024   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Tîma Kurdistan a rêxistina CPT’ê ya Amerîkî Kameran Osman ragihand, îro di saet 16:15’an de balafireke bêmirov a dewleta Tirk bilindiyên Nelmê yê sînorê gundê Werde yê girêdayî navçeya Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir. Kameran Osman da zanîn ku di encama bombebaranê de şehîd û birîndar nîn in, tenê zererên madî çêbûne.

Ev nêzîkî du heftiyan e balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker bênavber bi ser çiya û bilindiyên devera Çomanê û Gelale de digerin.