KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir. Şandeyê piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re anî ziman û diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê hêvî ye.

KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir
3 gulan, 2025   14:00
REQA

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad û endama KNK’ê Bêrîvan Hesen serdana navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bajarê Reqayê kir. Şandeya KNK’ê ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber Evîn Siwêd û Hesen Osman û cîgirên wan ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de geşedanên li Sûriyeyê û rexneyên li desthilata Şamê hatin gotûbêjkirin. Hate gotin, divê mafên hemû beşên civakê û pêkhateyên Sûriyeyê werin parastin.

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê jî di hevdîtinê de hat nîqaşkirin. Hate gotin, konferans dikare bi awayekî erênî asoyên siberoja Sûriyeyê diyar bike.

Şandeya KNK’ê kêfxweşî û şanaziya xwe bi hatina xwe ya herêmên Rêveberiya Xweser anî ziman. Her wiha bal kişand ser rola pêşeng a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qadên siyasî û civakî de û wek moleke pêşeng pênase kir.

Her wiha hate diyarkirin ku di serî de şerê mezhebî, Sûriye bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye. Hate gotin, ezmûna Rêveberiya Xweser hevgirtina civakî xurt dike û rêzê li pirrengiyê digire û serkeftina ezmûna Rêveberiya Xweser di beşdarbûna hemû pêkhateyên civakê de ye û dane zanîn ku ev ezmûn dikare li seranserê Sûriyeyê were bicihanîn.

Şandeya KNK’ê di dawiyê de piştgiriya xwe ya projeya neteweya demokratîk wek erkeke welatparêzî nirxand û diyar kir ku serxistina vê projeyê dê xizmeta tevahî sûriyeyan bike û Rêveberiya Xweser hêviya Sûriyeye ye.

(bb)

ANHA