Ji kantona Cizîrê komeke din ber bi Tişrînê ve bi rê ket

Ji Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê koma 9’an ji bo ku çalakiya nobetê dewr bigire, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.

Ji kantona Cizîrê komeke din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê komeke din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê komeke din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê komeke din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê komeke din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê komeke din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê komeke din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
Ji kantona Cizîrê komeke din ber bi Tişrînê ve bi rê ket
3 gulan, 2025   13:21
HESEKÊ

Koma 9’an ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê yên kantona Cizîrê ji bo çalakiya nobetê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewr bigire, ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket.

Şênî li Çerxerêya Panorama ya bajarê Hesekê hatin gel hev, piştre bi karwanekî berê xwe da bendava Tişrînê.

Şêniyên ku berê xwe da bendavê, hewldanên têkbirina ewlehî û jêderên jiyanê şermezar kir û got Bendava Tişrînê ne tenê binesaziyeke avê ye, lê di heman demê de bûye sembola berxwedan û îradeya azad.

Koma Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê dê nobetê ji koma ji Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê dewr bigire.

Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiya nobetê li Bendava Tişrînê didomîne.

(bb)

ANHA