KNK’ê li ser gorên Enfalkiriyan, destegul danîn

Şandeya KNK’ê di merasîma bîranîna şehîdên Enfalê ya li Çemçemalê de, ji bo rêzgirtina li şehîdên jenosîda Enfalê, destegul (çelenk) danîn.

KNK’ê li ser gorên Enfalkiriyan, destegul danîn
14 nîsan, 2025   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li goristana Enfalê ya li bajarokê Çemçemal a li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, bi boneya bîranîna 37’emîn salvegera Enfalê merasîmek hate lidarxistin. Di dema merasîmê de, şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) amade bû.

Şandeya KNK’ê di merasîmê de ji bo rêzgirtina li şehîdên jenosîda Enfalê, li ber Bîrdariya Enfalê destegul (çelenk) danîn.

Hêjayî gotinêye ku pêla Enfalê ya ku di sala 1988’an de bi fermana rasterast ya Sedam Husên û bi serokatiya Elî Hesen Mecîd hat lidarxistin, di 8 qonaxan de pêk hat. Di encamê de 182 hezar welatiyên Kurd hatin qetilkirin. Nêzîkî 4500 gund bi temamî hatin ruxandin û kanî hatin teqandin. Her wiha binesaziya çandiniyê ya Başûrê Kurdistanê di rêjeyek zêde de wêran bû.