Xalê Jîna Emînî hate girtin

Ajansa nûçeyan a Îran International ragihand ku xalê Jîna Emînî li bajarê Seqizê ji aliyêhêzên ewlehiyê yên Îranê hate binçav kirin û ji bo derbaskirina cezayê xwe şandin girtîgeha Seqizê.

Xalê Jîna Emînî hate girtin
14 nîsan, 2025   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Zext, girtin û gefên rejîma Îranê yên li ser çalakvan, welatparêz û xizmên qurbaniyên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewamin. Heman çarçoveyê de hate ragihandin ku xalê Jîna Emînî Sefa Eylî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û şandine girtîgeha Seqîzê.

Ajansa nûçeyan a Îran International ragihand ku di 11’ê Nîsanê de xalê Jîna Emînî Sefa Eylî yê 31 salî, li bajarê Seqîz ê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên îdareya Îtlaatê ya bajêr ve hate binçavkirin û ji bo girtîgeha Seqîz hate şandin.

Hate diyarkirin ku Sefa Eylî, bêyî agahdarkirina pêşxwext û ji bo ‘derbazkirina cezayê xwe’ şandine girtîgeha Seqîz.

Hêjayî gotinêye ku di 5’ê Îlona 2023’yan de di hemwextê salvegera qetilkirina Jîna Emînî de, Sefa Eylî di encama serdegirtina hêzên îstixbaratê li Seqizê bi ser mala wî de, bêyî biryara dadwerî hat binçavkirin û piştre bi awayekî demkî hat berdan.

Piştre ji aliyê liqa yekê ya Dadgeha Şoreşê ya bajarê Seqîz ve, bi tometa ‘beşdarîkirina li pêkhateyên kom û çalakiyên dijî asayîşa neteweyî û propagandaya dijî dewletê’ bi 5 sal û 4 meh û 17 roj cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.