Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê dê di 18ê Nîsanê de li gel Wezîrê Dadê hevdîtinê pêk bîne.

Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû
14 nîsan, 2025   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina li gel Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan dê carê jî bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê pêk bîne.

 Endama Şandeyê Pervîn Buldan eşkere kiribû ku wê vê hefteyê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bînin. Buroya Çapemeniyêy a DEM Partiyê ragihand ku wê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Serokwekîlên Koma DEM Partiyê roja 18ê Nîsanê saet di 14.00an de li gel Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç hevdîtinê pêk bînin.