Klîba Şehîd Ezîz Ereb derket

TEV-ÇAND`ê klîba şehîd Ezîz Ereb weşand ku şehîdê yekem ê pêkhateya Ereb di nava Tevgera Azadiyê de ye.

Klîba Şehîd Ezîz Ereb derket
14 kanûn, 2025   14:20
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamyayê (TEV-ÇAND) li ser xebat û lehengiya Şehîd Ezîz Ereb (Nadir Şêx Hesen) çêkir. Klîb13’ê kanûnê (2025) li ser malpera YouTube ya TEV-ÇAND’ê hat parvekirin. 

Stran ji aliyê hunermed Mena El Tûma ve hat stitîn û klîb ji aliyê Hunergeha Welat ve hat amedekirin.

Di klîbê de lîstikvan Berzanî Hisên, Lorîn Dêwanî, Sîdra Remê, Îvan Bêzê, Celîla Deham, Xelîl Hec Îsmaîl, Mehmûd Şêx û Welîd El Huseynî lîstin, rola Şehîd Ezîz Ereb û hevrêyên wî zindî kirin.

Ezîz Ereb di sala 1983’an ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlayên Tevgera Azadiyê bû û di 17’ê Nîsana 1986`an şehîd bû.

Ezîz Ereb şehîdê yekem ê pêkhateya Ereb ê di nava Tevgera Azadiyê de ye.

(sb)

ANHA