’Kîn û provokasyonên mezhebî gefê li aştiya navxweyî dixwin’

Kongra Îslama Demokratîk bi dirûşma "Li ser şopa hizretî Pêxember Mihemed di avakirina Medînayê de ber bi avakirin û xwişk û biratiya mirovî ve" civînek li meleyan re li dar xit. Di civînê de hate gotin, xîtabên kîn û provokasyonên mezhebî gefê li aştiya navxweyî dixwin.

14 kanûn, 2025   14:11
QAMIŞLO

Bi armaca rêgirtina li ber kîn û nakokiyên mezhebî, Kongreya Îslama Demokratîk civînek ji mele û xetîban re li dar xist.

Civîn bi dirûşma "Li ser şopa hizretî Pêxember Mihemed, di avakirina Medînayê de ber bi avakirin û xwişk û biratiya mirovî ve" li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Mele, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Qamişloyê Mele Silêman El Elî axivî û diyar kir ku Sûriyeyê di rewşeke zehmet re derbas dibe û Kongreya Îslama Demokratîk armanc dike ku welatekî demokratîk, nenavnedî li ser esasê edalet û wekheviyê ava bibe.

El Elî bi bîr xist ku ew ji zêdetirî 6 mehan ve hevdîtinan bi beşên civakê re dike da ku nêrîneke giştî ji bo siberoja welat were destnîşankirin û rola meleyan di belavkirina nirxên jiyana hevbeş de were xurtkirin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl jî rewşa siyasî nirxand û got, piştî zêdetirî 60 salan ji zordestiyê, ketina rejîma Baasê hêviya destpêkeke nû çêkir. Xelîl anî ziman ku hêviyên gel bi siyasetên dûrxistin û nebeşdariya nîştimanî rû bi rû ma, di encamê de tevlihevî û parçebûna taîfî û mezhebî pêş ketin.

Aldar Xelîl di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya diyalogan, bi taybetî peymana 10’ê Adarê û got, divê peyman pêk were da ku gavên çalak ber bi istiqrarê ve bên avêtin.

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk a bajarê Qamişloyê Mele Mihemed Reşîd Xerzanî jî destnîşan kir ku Îslam di cewherê xwe de peymana azadî, edalet û wekheviyê hilgirtiye. Xerzanî anî ziman ku xîtabên kîn û provakasyonên mezhebî yên ku hin oldar dikin, gefan li aştiya navxweyî dixwe.

Mele Mihemed Reşîd Xerzanî bang li oldaran kirin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û olî pêk bînin, "civakê ber bi aştî û jiyana hevbeş ve bibin, mîsaqa Medînayê wekî modela jiyana hevbeş û wekheviyê esas bigirin."

Hevseroka Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Evîn El Hecî jî di axafina xwe de bal kişand ser zêdebûna binpêkirin û cudekariya li dijî jinan. Evînê banga parastina mafên jinan, pêşxistina rola wan û mîsogerkirina beşdariya wan di tevahî qadan de kir.

Beşdaran jî ku li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, gotin divê tevahî pêkhateyên olî û etnîkî beşdarî diyalogan bibin. Her wiha diyar kir ku siberoja Sûriyeyê bi hevgirtina hemû pêkhateyan ava dibe û pirrengî jêdera hêzê ye nabe bibe sedema nakokiyan. Beşdaran banga têkoşîna li dijî xîtaba kînê û pêşxistina rola saziyên olî û yên sivîl di belavkirina nirxên edalet û hemwelatîbûnê de kirin.

(b)

ANHA