Li Tirbespiyê 42 şehîd hatin bibîranîn

42 şehîdên Mijdar û Kanûn ên bajarê Tirbespiyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Tirbespiyê 42 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 42 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 42 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 42 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 42 şehîd hatin bibîranîn
Li Tirbespiyê 42 şehîd hatin bibîranîn
14 kanûn, 2025   14:32
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizrîrê merasîma bîranîna 42 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê li Hola PYD’ê li dar xist. Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûbar Qamişlo bal kişand ser bedêlên ku pêkhateyên herêmê dane û got, xwîna pêkhateyên herêmê di rêya yekparbûna welat û parastina rûmeta gel de tev li hev bû.

Rûbar Qamişlo destnîşan kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan soza domandina xeta şehîdan û xebata hevbeş a ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û nenavendî nû dikin.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser şehîdên hatin bibîranîn û nirxandinên şehîdan ên der barê şehîdan de hat pêşandan.

Piştre jî wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

(b)

ANHA