Kesê destdirêjî li wêneyên şehîdan kiribû hate destgîrkirin

Hate zanîn ku kesê bi navê Nasir Tariq Etiya destdirêjî li wêneyên şehîdên jin kiriye û ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye girtin.

Kesê destdirêjî li wêneyên şehîdan kiribû hate destgîrkirin
14 cotmeh, 2026   12:55
HESEKÊ

Nûçegihana me agahî da ku kesê bi navê Nasir Tariq Etiya duh li taxa Xiwêran destdirêjî li wêneyê şehîdên jin kiribû û ew niha ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatiye destgîrkirin. 

Duh (çarşem) li taxa Xiwêran destdirêjî li wêneyên şehîdên jin û sembolên Kurdan hatibû kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî ew wêne ji nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li taxa Xiwêran hatiye wergirtin.

Nasir Tariq Atiya ji taxa Xiwêran a bajarê Hesekê ye.

(np)