Siyasetmedarên jin: Divê destdirêjkarê wêneyên şehîdan bi lez bên cezakirin

Li Kobanê siyasetmedarên jin destdirêjiya li ser wêneyên şehîdên jin şermezar kir û da zanîn ku ew êrişa li dijî pîroziyên civakê, îrade û yekitiya gel e, jinan daxwaz ji saziyên ewlehiyê kir ku berpirsên vê kiryarê bi lez darizînin û ceza bikin.

Siyasetmedarên jin: Divê destdirêjkarê wêneyên şehîdan bi lez bên cezakirin
14 cotmeh, 2026   12:56
KOBANÊ  

Siyasetmedarên jin ên li bajarê Kobanê, der barê destdirêjiya li ser wêneyên şehîdên jin a li bajarê Hesekê, li ber avahiya Nivîsgeha PYD`ê bi beşdariya nûnerên rêxistinên jinan, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bediya Miho ve hat dayîn.

Bediya Miho da zanîn ku şehîd sembola azadî û rûmeta gel in, parastina bîranîna wan erka herî bingehîn a exlaqî û neteweyî ye, şehîd pîroziyên gel in û tu kes nikare destdirêjiyê li nirxên wan bike.

Bediya Miho got: “Ev kiryar hewldaneke aşkare ya ji bo tehrîkkirina gel û binpêkirina nirxên pîroz ên şehîdan e, ev êrîş ne tenê li dijî wêneyên şehîdan e, ew li dijî îrade û yekîtiya gelê me ye.”

Bediyayê diyar kir ku ev nirx û destkeftiyên heyî bi berxwedaneke mezin hatiye bidestxistin, ew bi tu awayî van êrîşan qebûl nekin.

Bediyayê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku li gorî peymanan tevbigerin, her wiha bang li aliyên peywendîdar û saziyên ewlehiyê kir ku berpirsên vê kiryarê bi lez darizînin û ceza bikin.

(so)

ANHA