Kêmbûna ava Firatê gefan li hezaran hektarên çandiniyê dike

Stasyona Firatê ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, ji xizmetê derket û hişyarî hat dayîn ku ger kêmbûn dewam bike, ji bo 11 hezar hektar zeviyên çandiniyê metirsî zêde ye.

28 mijdar, 2025   03:40
REQA
ENES MIHEMED

Kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê gefan li hezaran hektarên zeviyên çandiniyê yên li kantona Reqayê dixwe, bi wê re jî gef li aboriya kantonê tê xwarin. Ji ber ku dahata wê ya bazirganiyê nêzî ji sedî 80 ji çandiyê ye.

Nivîsgeha Avdanê ya Desteya Çandinî û Sewalvaniyê ya Kantona Reqayê dest bi tedbîrên telafîkirina derketina stasyonên avdanê ji xizmetê kir, wekî danîna komên axê di nava çem de.

Hevserokê nivîsgehê Şêx Nebî Xelîl got Stasyona Firatê ji ber kêmbûna zêde ya rêjeya ava çemê Firatê ji xizmetê derketiye, ji lew re tedbîrên lezgîn hatin girtin. Xelîl da zanîn ku nivîsgehê 5 roj e dest bi xebata avakirina bendavekê li nava çemê kiriye, çaverê ye heta 10 rojên dîtir bi dawî bibe. Ji ber ku kûrahiya wê 10 metre û dirêjahiya wê jî 20 metre ye. Yanî pêdivî bi nêzî 3 hezar metrekab ax û kevir heye heta ku çêbe.

Stasyona Firatê ya navîn nêzî 11 hektarên zeviyên çandiniyê yên li gundewarên başûrê Reqayê av dide, lê ji ber kêmbûna rêjeya avê stasyon li ber xetereya derketina ji xizmetê ye.

Têkildarî stasyonên Tawî Ruman û Keramê de Xelîl jî hişyarî da. Ji ber ev stason avê didin nêzî 4 hezar û 500 hektarî. Xelîl diyar kir ku piştî xebata Stasyona Firatê bi dawî bibe, ew ê bi kar bînin.

Li gorî Xelîl li kantonê 25 stasyonên pompekirina avê ji bo 85 hezar hektar zeviyan hene.

Meclisa Aborî û Çandiniyê plana çandiniya zivistanê ji sedî 65’an daxistiye ji sedî 60’an.

Xelîl banga pabendbûna plana çandiniyê û nerijandina zêde ya avê kir û got divê çavdêrên avê ji bo kanalên avdanê werin tayînkirin ku av bigihêje tevahî cotkaran.

Xelîl bang li aliyên eleqdar û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo were misogerkirina ku Sûriye û Iraq para xwe ji ava çemê Firatê bistînin, zext li dewleta Tirk were kirin ku bendavan veke. Xelîl ji ber berdewama rewşa heyî ku dibe ku bi xwe re ava vexwarinê li ser bajarê Reqayê qut bibe hişyarî da.

Gerînendetiya Ava Vexwarinê ya Kantona Reqayê beriya çend rojan ragihandibû ku hin stasyonên ava vexwarinê yên li ser çemê Firatê bi awayekî demkî ji xizmetê derketine.

(fr)

ANHA