Di ronakbîriyê de şoreşa PKK’ê

Tevgera PKK’ê ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan wek ciwanên ronakbîr derket ser dika dîrokê, di warê rewşenbîriyê de şoreşek pêk anî. Nifşekî têgihiştî, zana, afirîner û jixwebawer afirand.

Di ronakbîriyê de şoreşa PKK’ê
Di ronakbîriyê de şoreşa PKK’ê
Di ronakbîriyê de şoreşa PKK’ê
Di ronakbîriyê de şoreşa PKK’ê
Di ronakbîriyê de şoreşa PKK’ê
Di ronakbîriyê de şoreşa PKK’ê
28 mijdar, 2025   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN – ROGER ROJIYAN

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nava 52 salên têkoşîna piralî de, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê deng veda û mohra xwe li gelek destpêk û nûbûnan xist. Şert û mercên ku civaka Kurd û gelê herêmê di nav de ne, têkoşîna çekdarî ya PKK’ê zêdetir derxistiye pêş. Lê afirîneriyên ku vê têkoşînê jî digire nava xwe, bi pêş xistine.

Afirîneriya ku dibe bingeha hemû qadên têkoşîna 52 salan jî xebatên perwerde û ronakbîriyê ne. Yek ji cudahiyên ku PKK’ê ji tevgerên din Kurdan cuda dike jî, xebata wê ya têgihaştin, tespîtkirin û encamderxistinê ye. Bi gotineke din, berevajî tevgerên din, gava xwe ya yekemîn di çarçoveya fêmkirin, dîtin û li gorî wê xwebirêkûpêkkirin bû. Nexasim pêşengên wê 4 salên destpêka (1973-1976) têkoşîna xwe bi xwendin, lêkolîn û lêhûrbûnê derbas kirine.

Bi gotineke din avabûna PKK’ê di encama xebatên lêhûrbûnê yên 4 salan de pêk hatiye. Li gorî belgeyên PKK’ê, di van salan de koma bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan ku weke koma Apocî û xwendekaran tê binavkirin, tevahiya xebata xwe li ser xwendin, lêkolîn û plansaziyê derbas kiriye. 

Tevgerê tevayî xebatên xwe li ser vê danheva dewlemend bi rêxistin kirin û meşandin. Ji ber vê hêza fikrî ye ku di dîroka gelê Kurd de bû tevgereke ev qas temendirêj.

Xebatên leşkerî, siyasî, çandî û hwd tevayî li ser bingeha hişmendiya têgihiştinê hatin avakirin. Kadroyên destpêkê yên tevgerê xwe perwerde kir, piştre ev danheva xwe di nava civakê de belav kir. Xebatên yekemîn ên perwerdekirinê di nava koma yekemîn de dest pê kirin, piştre di nava xwendekarên zanîngeh û dibistanên amedeyî de belav bûn, herî dawiyê ji gel re hat vegotin.

Ji salên 1975-78’an, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê civîn û perwerdekirinên belavkirina fikra têkoşînê hatin organîzekirin.

Amûrên yekemîn ên perwerdekirinê propogandaya devkî û nivîskî bûn. Belgeya yekem a nivîskî di sala 1975’an de li aliyê Rêber Abdûllah Ocalan û Mehmet Xeyrî Dûrmûş ve hat amedekirin. 1978’an jî manîfestoya “Rêya Şoreşa Kurdistanê” hat amadekirin.

BINGEHA ÇAPEMENIYA AZAD

Gava duyemîn a girîng a rewşenbîriyê bi rêya çapemeniyê hat avêtin. Nîsana 1978’an lijneyeke weşanê hat avakirin, 6’ê Îlona 1978’an jî weşana yekemîn bi navê Serxwebûn hat amedekirin û belavkirin. Hejmara yekemîn a Serxwebûnê cih da manîfestoya yekem a tevgerê. 4-5 hejmarên yekem ên Serxwebûnê li welat hatin amedekirin, piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan li Tirkiyeyê, ji sala 1982’yan ve li Ewropayê bi awayekî sîstematîk hat domandin.

Serxwebûn hem bû yek ji weşanên herî demdirêj ên dîroka Kurdan û wek çavkanî û arşîveke dewlemend tê esasgirtin. Her wiha bû çavkaniya cîhaneke çapemeniyê ku wek Çapemeniya Azad tê binavkirin.

Bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yan re, dewleta Tirk xwest tevgerê tune bike. Bi vê mebestê ji bilî komkujiyan, bi sedan pêşeng û sempatîzanên wê xistin girtîgehan. Li hemberî van êrişan yek ji amûrên têkoşînê dîsa bû perwerde û propoganda. Di vê çarçoveyê de li girtîgeha Amedê ku yek ji 5 girtîgehên herî xirab ên cîhanê hatiye pênasekirin, bi rêbertiya pêşengên PKK’ê yên wekî Mazlûm Dogan û Ferhat Kurtay xebatên perwerde û nivîskî hatine meşandin. Di mercên herî dijwar ên girtîgehê de kovara bi navê Hawar (1980) ku bi temamî bi dest dihat amedekirin, di nava girtiyan de hat belavkirin. Ji wê rojê heta niha girtîgeh bûne cihê berxwedan û rewşenbîriyê, bi sedan berhemên wekî kovar, pirtûk, lêkolîn, senaryo hatin amadekirin.

AKADEMIYA YEKEM

Piştî ku Rêber Apo di 1979’an de derbasî Sûriyeyê bû, xebatên perwerdeyê piralî û sîstematîk bûn. Di Kongra 3’yemîn a PKK’ê de ya sala 1986’an de, biryara avakirina Akademiya Mahsûm Korkmaz hat dayîn. Li vê akademiyê bi hezaran kadroyên PKK’ê hatin perwerdekirin. Kadroyên ji akademiyê derketin, di qadên leşkerî, siyasî, civakî, çandê de, hişmendiyeke nû da avakirin.

Akademiya Mahsûm Korkmaz bû bingeha pergala perwerde û rewşenbiriyê. Her ku tevger mezin bû, xebatên perwerdeyê jî li gorî branşan wek sazûmanî bi pêş ketin. Sala 1994’an dibistana navendî ya partiyê ya Mazlûm Dogan hat vekirin. Li vê dibistanê piranî perwerdeyên fikrî, bîrdozî, jiyanî hatin dayîn. Bi pêşketinên leşkerî re li vê qadê jî akademiyên ku giraniyê didin bîrdoziyê, hatin vekirin.

BERSIVA KOMPLOYÊ: PERWERDE HAT KÛRKIRIN

Piştî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo (9’ê Cotmeha 1998), xebatên propaganda, perwerde û çandê hatin kûrkirin. Ji salên 2000’an û şûn ve bi perspektîfa Rêber Apo ku wek Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk hat formulekirin, di her qadê de (çand, perwerde, çapemenî) akademî hatin vekirin. Di vê çarçoveyê de Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Ocaxa PKK’ê ya Sakîne Cansiz, Akademiya Zeyneb Kinaci, Akademiya Şehîd Bêrîtan, Akademiya Şehîd Nûda, Akademiya Şehîd Şîlan, Akademiya Gurbetellî Ersoz a Çapemeniyê, Akademiya Sînemayê ya Xelîl Dag, Akademiya Hunerê ya Şehîd Sefkan, Akademiya Ciwanan a Alî Çîçek, Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD), Ragihandina Jinên Azad (RAJIN) hatin avakirin.

DI NAVA CIVAKÊ DE PÊLA REWŞENBÎRIYÊ

Hişmendiya ku PKK’ê di warê perwerde û rewşenbîriyê de afirand, di nava civaka Kurd de bandoreke gelekî mezin ava kir û rê li ber afirîneriyê nû vekir.  

PERWERDE

Bi bandora ku kadroyên PKK’ê afirandiye, civaka Kurd di warê perwerdeyê de sazûmaniyên çêkirin. Paradîgmaya “Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” li Ewropa û Rojavayê Kurdistanê bi navê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan tê belavkirin. Gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê bi navê akademiyên cûr bi cûr pêla rewşenbîriyê pêş xist.

Ji bilî akademiyan ji salên 1990’an ve li Bakur, Başûr, Rojava û Ewropa dibistanên bi zimanê dayîkê hatin vekirin. Dîsa sazî û enstûtiyên zimanê Kurdî hatin vekirin. Dibistan û pergala perwerdeyê ya ku li kampa penaberan a Mexmûrê hatine vekirin, weke nimûneyekî tên nîşandan. Enstûtiya Kurdî ya Stenbolê, dîsa enstûtiyên ku li Ewropayê hatine vekirin berhemên giranbuha avakirin.

Bi Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê- Rojavayê Kurdistanê re, li vê herêmê ji dibistanên seretayî heta zanîngeh, akademî, peymangeh, navendên lêkolînê û hwd pêleke mezin a rewşenbîriyê pêş ket.

Li Şengalê li hemberî hişmendiya înkar û tunekirinê herwiha dijî êrişê DAIŞ’ê li kêleka berxwedana dîrokî, cara yekem pêlek berfireh a perwerde û ronakbîriyê hat destpêkirin. Bi taybetî piştî 2015’an Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, pergalek perwerde, akademî û navendên lêkolînan hat pêşxistin.

ÇAPEMENÎ Û PROPAGANDA

Li ser mirasa çapemeniyê ku kadroyên PKK’ê ku bi Serxwebûn dabû destpêkirin, gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê û li qada navnetewî bi sedan rojname, kovar, pirtûk, ajans, radyo, TV, malper avakirin. Bi weşangeriya ku bi zimanên Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Tirkî, Spanî, Elmanî, Farisî û Rûsî tê kirin, civak li ser hîmê azadî, wekhevî, demokrasiyê tên agahdarkirin.

Tevgera azadiyê li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, lewma bandora yekem û mezin jî li vê parçeyê pêş ket. Weşangerî sala 1988’an bi zimanê Tirkî dest pê kir. Tevî hemû êriş, girtina saziyan, revandin, kuştin û girtina endaman jî, weşangerî mezin bû bi ziman û sazûmaniyên cuda li ser tevahiya civakê bandor çêkir. Weşanên yekem ên weke, Toplûmsal Diriliş-1988, Yenî Ulke-1990, Kovara Ozgur Halk- 1990, rojnameya Halk Gerçegî – 1990, Ozgur Gundem-1992 bûn mînakên kevneşopiya çapemeniya Azad.

Yek ji gavên ku rûpelên nû vekiribû jî, di aliyê weşangeriya Kurdî de hatin avêtin. Sala 1992’an Rojnameya Welat dest bi weşanê kir û kevneşopiyek da destpêkirin. Weşangeriya Kurdî ku wê jî para xwe ji êrişên dewletê girtin, neçar ma ku bi navên cuda rêwîtiya xwe bidomîne. Di vê çarçoveyê de navên weke; Welatê Me, Azadiya Welat derketin pêş. Ji sala 2006’an cara yekem li Kurdistanê (Amed) bi awayekî rojane weşangeriya Kurdî hat meşandin.

Ajansa destpêkê bi navê “Dem Ajans” sala 1990'î li Almanya dest bi weşanê kir. Ajansa yekem a çapemeniya azad e. Pişt re navê xwe kir “Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya” (MHA). 5'ê Îlona 2005'an polîsên Alman bi ser saziya MHA'yê de girtin û weşana wê rawesitandin. Li Ewropayê kevneşopiya ajansan bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) – 2005, dom kir.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ajansa yekem ku bi zimanên cuda cuda weşan kir, bi navê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) – 2002 li Stenbolê hat avakirin. Ji 2007’an ve Amed weke navenda xebatê hilbijart, lê wê jî para xwe ji êrişan girt û bi navên cuda heta niha berdewam dike.

Hem ji bo civaka Kurd hem jî ji bo civakên navnetewî tevkariya herî mezin di mijara jin de çêbû. Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA – 2012) li Amedê weke yekem ajansa jin a cîhanê dest bi weşana xwe kir. Pêla ku li Bakur û Ewropayê dest pê kir, li Başûrê Kurdistanê bi navê Rojnews-2014, li Rojavayê Kurdistanê jî bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA- 2013) dom kir.

Gavek yekemîn jî di warê televizyonvaniyê de hate avêtin. MED TV, sala 1995’an weke yekemîn TV ya Kurdî li Londra – Îngiltereyê hat vekirin. Piştî wê MEDYA TV, ROJ TV û Sterêk TV mîrasa wê berdewam kirin. Îro li çar parçeyên Kurdistanê televîzyonên weke Ronahî Tv, Çira Tv, Aryen Tv, Medya Haber, JIN Tv û hwd weşanê dikin.

Radyoya yekemîn a çapemeniya azad bi navê “Dengê Kurdistana Serbixwe” sala 1992’an li herêma Xakûrkê ya başûrê Kurdistanê dest bi weşanê kir. Sala 1998’an radyoya Dengê Gerîlla li çiyayê Qendîlê dest bi weşanê dike. Radyoya Dengê Mezopotamya 27’ê Gulana 2001’an li Belçîkayê dest bi weşanê dike. Sala 2012’an li Rojavayê Kurdistanê radyoya Cûdî FM dest bi weşanê dike.

Li gel van destpêkan, li tevahiya Kurdistanê Ewropa, Rûsya û Qafqasyayê bi sedan rojname, kovar, pirtûk, radyo, TV, malperên internetê hatin vekirin. Her wiha li Kurdistanê û derveyî welat gelek çapxaneyên weke Aram, Herekol, Şilêr, Avesta hatin vekirin. Ji van weşanxaneyan pirtûkên bi zimanên cûr bi cûr ên li ser mijarên ziman, çand, huner, siyaset, lêkolîn, dîrok, civaknasî, felsefe, roman û helbestan, pirtûkên zarokan tên çapkirin û belavkirin.

ÇAND Û HUNER

Lingekî bingehîn ê pêla rewşenbîriyê jî xebatên wêje, çand û hunerê ne.

Bi perspektîf û erkdarkirina Rêber Apo, sala 1983’an li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, Komeleya Hunermendên Welatparêzên Kurdistan (HUNERKOM) hat avakirin. Hozan Mizgîn û Hozan Sefqan di damezrandina HUNERKOM’ê de cih girtin. HUNERKOM’ê ji zêdetirî 100 hunermend û komên stranan re kaset derxistin.

Yek ji xebatên herî girîng ên HUNERKOM’ê koma mûzîkê ya bi navê Koma Berxwedan e. Koma Berxwedan piranî stranên şoreşgerî û şiyarkirina gel digotin, di nava civakê de weke “Koma Şoreşê” tê zanîn. Pêla ku bi HUNERKOM’ê dest pê kir, li çar aliyê welat belav bû û gel kişand nava cîhana çanda resen. Komên wekî Koma Botan û Koma Cûdî ên li Rojavayê Kurdistanê, Koma Amed, Koma Agirê Jiyan li Bakurê Kurdistanê ev mîras gihand roja îro.

Li qada çiyê gerîllayên PKK’ê li kêleka berxwedanê xebatên mûzîk, şano û sînemayê meşandin. Weke koma mûzîkê ya bi navê Awazên Çiya weke encamek girîng a van xebatan derketiye pêş. Gavên girîng ên sînemaya şoreşê dîsa li çiyê hatin avêtin. Şehîd Halîl Uysal (Xelîl Dag), bi fîlmên weke Bêrîtan ku bi derfetên pir kêm kişandin bû yek ji afirînerên sînemaya şoreşê. SÎNE Çiya û SÎNE-JIN wek sazûmaniyên encama vê kedê derketine pêş.

Li ser vê mîrateyê xebatên çand û hunerê li çar parçeyan belav bû. Îlona 1991’an li Bakurê Kurdistanê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) hat avakirin. Di bin sîwaneya NÇM’ê de, bi dehan komên mûzîk, şano, govendê hatin avakirin. Xebatên nivîskî yên weke pirtûk û kovar hatin meşandin. Kovara Rewşen (Sibata 1992) weke çavkaniyeke bingehîn ji bo nifşê nû tê nîşandan. Li ser xeta NÇM’ê ava kiriye, li gelek herêm û bajaran saziyên çand û hunerê hatin avakirin.

Piştî Komploya Navnetewî jî li seranserî Kurdistanê û Ewropayê Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamya ya Demokratîk (TEV-ÇAND) hat rêxistinkirin. Li her qadê di bin navê TEV-ÇAND’ê de xebatên hunerî tên meşandin. Îro li Bakurê, Başûr, Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê bi sedan komên mûzîkê, şano, sînema, wêje xebatên hunerê dimeşînin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re li qada çand-huner û wêjeyê de sazûmaniyên mezin hatine avakirin. Saziyên weke Hunergeha Welat, Komîna Fîlm a Rojava, Peymangeha Hunerê bi berhemên xwe çanda şoreşê li nava civakê û cîhanê belav dikin.

NIVÎSKARÎ

Di her beşek xebatên rewşenbîriyê de, nivîskariyeke girîng hatiye pêşxistin. Ji çîrok heta helbest, wêje, siyaset, dîrok, çand, lêkolîn, zanist, jin, ekolojî, şoreş, têkoşîn, berxwedan û hwd bi hezaran berhem derketin holê. Nivîskaran di bin sîwana yekitiyan de xwe bi rêxistin kir û hewl da şoreşa Kurdistanê bi cîhanê bidin nasandin. Di vê çarçoveyê de li her parçeyekî yekitiyên nivîskaran, dîsa PEN’a Kurd hatine avakirin.

(a)

ANHA