Dr. Îsmet Ferho jiyana xwe ji dest da

Dr. Îsmet Hisên Ferho ê ji malbateke welatparêz e jiyana xwe ji dest da.

Dr. Îsmet Ferho jiyana xwe ji dest da
27 mijdar, 2025   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Dr. Îsmet Hisên Ferho îro di 87 saliya xwe de ji ber nexweşiyekê li nexweşxaneyeke Belçîkayê jiyana xwe ji dest da.

Dr. Îsmet Ferho ji gundê Kêl Hesnak ê bajarê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê ye. Bavê wî Hisên Ferho tevî kesayeta Kurd a navdar Elîkê Betê ji aliyê Osmaniyan ve hatin girtin û li girtîgeha Xerbetê ya Bakurê Kurdistanê hatibûn ragirtin.

Bapîrê Dr. Îsmet, Ferho Osman Haco ku bi helwesta xwe ya têkoşînerî li dijî Osmaniyan dihat naskirin, tevî Elîkê Betê di şerê li hemberî Osmaniyan de şehîd bû.

Kurekî Îsmet Ferho di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de ye.

(bb)

ANHA