KCK'ê ji ber wefata Muhsin Salih peyama sersaxiyê weşand

KCK'ê ji ber wefata welatparêz Muhsin Salih Amediyê peyama sersaxiyê weşand.

KCK'ê ji ber wefata Muhsin Salih peyama sersaxiyê weşand
6 tîrmeh, 2025   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber wefata welatparêz Muhsin Salih Amediyê peyama sersaxiyê weşand.

Peyama KCK’ê bi vî rengî ye:

"Welatparêzê hêja Muhsin salih Amediyê wefat kiriye. Em ji ber wefata wî gelekî xemgîn in. Muhsin Salih ji malbateke welatparêz e. Ji bo welatparêziyê gelek xizmetên girîng kiriye. Li gel welatparêziyê her wiha xwedî li gel, xizanan derdiket, li gorî derfetên xwe alîkarî dida mirovên hewcedar, lewma ji aliyê xelkê Amediyê ve dihate hezkirin. Bila serê malbat, zarok, dostên wî û xelkê Amediyê sax be. "