Ji bo rojnamevanên ku bixwazin pêngava dîrokî bişopînin navnîşan hate eşkerekirin

Ji bo rojnamevanan û saziyên çapemeniyê yên ku dixwazin daxuyaniya komek ji gerîla ya rojên bê bişopîne, navnîşan hate eşkerekirin.

Ji bo rojnamevanên ku bixwazin pêngava dîrokî bişopînin navnîşan hate eşkerekirin
6 tîrmeh, 2025   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li ser banga Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27'ê Sibatê di çarçoveya tevlîbûna li nêta baş a li pêvajoyê de, komek ji gerîla wê li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyekê bide çapemeniyê û piştre çekên xwe îmha bikin.

Bi navê Organîzasyona Amadekar a koma gerîla daxuyaniyek hate dayin. Hate ragihandin ku daxuyaniya gerîla wê di demeke nêz de pêk were û ji bo rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên dixwazin daxuyaniyê bişopînin, navnîşana akredîtasyonê hate eşkerekirin.

Di daxuyaniya Organîzasyona Amadekar de hate gotin, hemû saziyên çapemeniyê û rojnamevanên li welêt û derveyî welêt ên dixwazin daxuyaniya gerîla bişopînin, bi dagirtina forûmê dikarin serî li organîzasyona amadekar bidin.

Organîzasyonê diyar kir ku serlêdan wê bê nirxandin û ji xwediyê serlêdanê re bê ragihandin ku hatiye akredîtekirin an na.

NAVNÎŞANA SE RLÊDANÊ