Karayilan: Ger PDK bi Tirkan re êriş bike, dê Apocî jî li her dera êriş bikin

Murat Karayilan bal kişand ser hevkariya dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê û diyar kir “Ew şer bikin, wê çaxê em ê jî bang li tevahî gelê Kurdistanê, dostê gelê Kurdistanê bikin. Em ê bêjin Apociyên li her dera Kurdistanê, hûn jî êriş bikin. Mesela hêzên PDK’ê tevî Tirkan herin Metînayê êrişî hevalên me bikin û werin Garê heman tiştî bikin, wê çaxê em ê jî vê bikin. Yanî êdî ji me derbas dibe. Divê gelê me vê yekê bizanibe.”

Karayilan: Ger PDK bi Tirkan re êriş bike, dê Apocî jî li her dera êriş bikin
16 adar, 2024   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF’ê de têkildarî hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker nirxandinên girîng kirin.

Murat Karayilan îşaret bi hevdîtinên di navbera rayedarên PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker de kir û wiha got: “Tiştekî din ê balkêş ew e ku di van demên dawiyê de rayedarên Tirkiyeyê dibêjin em bi PDK’ê re hemfikir in. Yanî dixwaze ku PDK zêdetir tevkariya wan bike. Gelo ew tevkariya zêdetir çi ye?  Bo mînak sîûxûriyê dike. Beriya niha tenê saziya Parastinê ev kar dikir. Ev du sal in çarçoveya vê yekê fireh kirine. Êdî asayîş vê yekê dike. Hin hêzên wan ên taybet yên weke pêşmergeyên taybet yên weke zêrevan jî vê yekê dikin. Dema ku dibînin gerîla ji cihekî derbas dibin an jî kamerayên wan dibînin em lê dinêrin ku derhal êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê çêdibin. Yanî em bi rojane van tiştan dibînin. Kes nikare bibêje ku hûn îftîrayê dikin. Ev hemû rast in û pêk tên. Ger kesek ji van yekan bawer neke, dikare were li ba me du rojan bimîne wê bi çavên xwe jî bibîne.”

Karayilan destbnîşa kir ku dewleta Tirk dixwaze PKK û PDK li hev bizin û wiha pê de çû: “Em dibêjin bila ev tişt neyên kirin. Yanî rayedarên PDK’ê jî vê bibînin. Hinek stratejîk nêz bibin. Ew qas teqtîqî nêz nebin. Tirk dibêje hevkariya xwe qedemekê pêş de bibin. Qedemeyek pêş de çûn, şer e. Wextê şer bikin wê çi bibe? Ew şer bikin wê çaxê ez an jî em wek tevger bang tevahî gelê Kurdistanê, dostê gelê Kurdistanê bikin. Em ê bang tevahî Apociyan bikin. Em ê bêjin Apociyê li her derê Kurdistan, hûn jî êriş bikin. Şer bibe wê wisa bibe. Wê li her derê Kurdistan bibe. Mesela hêzên PDK’ê tevî Tirkan herin Metîna êrişî hevalên me bikin û werin nizam Garê heman tiştî bikin wê çaxê em ê jî vê bikin. Yanî êdî ji me derbas dibe. Divê gelê me vê yekê bizanibe. Dibe her tişt têk biçe. Ez gefan li kesî naxwim, lê divê her kes vê yekê bizanibe. Yanî fedayî hene, em dikarin xwe bigihînin her derê. Hêzên me yên teknîk jî hene em dikarin xwe bigihînin her derê her bajarî. Divê em li ser hev wisa xerab nefikirin û em dixwazin bi taybet mala Barzanî, di van xalan de bi berpirsiyarî nêz bibe. Eger ku ev bibe wê çaxê statuya gelê Kurd namîne. Tirk vê dixwazin. Rewş wisa girîng û pir xetere ye. Ji bo wê em dixwazin ku her kes li berpirsiyariyên xwe xwedî derkevin.