Wezîrê Hindir yê Iraqê: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye

Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê ragihand ku ew rê nadin ji bo dagirkirina xaka welatê wan, PKK weke hêcet were bikaranîn û got; “Êrişên dewleta Tirkiyeyê binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.”

Wezîrê Hindir yê Iraqê: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye
16 adar, 2024   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî di hevpeyvînek xwe ya bi televziyonek Iraqê re, behsa êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraqê kir.

Şemerî got; “Em rê nadin ji bo dagirkirina xaka welatê me, PKK weke hêcet bê bikaranîn. Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye.”

Hêjayî gotinê ye êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk ya ku dixwaze tevahî Başûrê Kurdistanê dagir bike, bi dehan baregeh di nav xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê de avakiriye. Di demên dawî de jî dixwaze Iraq jî bike hevkarê xwe yê dagirkirinê.