Kombûna Jinan a Zenûbiya: Newroz dê her sembola têkoşînê be

Kombûna Jinan a Zenûbiya, Newroz li Rêber Abdullah Ocalan, dayik û hevjînên şehîdan û gelê Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku Newroz dê her sembola têkoşîna li dijî zilm û qirkirinê be.

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Newroz dê her sembola têkoşînê be
16 adar, 2024   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya Newrozê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de “cejna azadî, hevgirtin, biratî û têkoşînê” Newroz li Rêber Abdullah Ocalan, dayik û hevjînên şehîdan û li tevahî gelê Kurd hat pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de ji bo gelê Sûriyeyê jiyaneke birûmet û aram di bin siya pergaleke demokratîk, nenavendî û pirreng bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û parastina mafên pêkhateyan, hat hêvîkirin.

Her wiha, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin “cejna gelê Arî Newroz her tim ê sembola bihar, şahî, têkoşîn, biratî û rizgariya ji bindestiyê bimîne”.

Di dawiya daxuyaniyê de tevger û rêxistinên jinan, hêzên leşkerî û ewlekarî, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, têkoşerên li dijî zordestî û pergalên dîktator ên seranserî cîhanê û tevahî azadîxwaz hatin silavkirin.

(mh)