DYA'ê li Girava Keşm a li Tengava Hurmuzê xist

Hate ragihandin ku DYA'yê êrişên hewayî biriye ser Girava Keşm a li Tengava Hurmuzê ku ji bo Îranê stratejîk e. Washingtonê ragihand ku êriş ji bo pêşîgirtina li gefên li ser rêya bazirganiya deryayî hatiye kirin.

DYA'ê li Girava Keşm a li Tengava Hurmuzê xist
3 mijdar, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) roja Duşemê êriş bir ser Girava Keşmê ya li Tengava Hurmuzê ya Îranê. 

Li gorî nûçeya Wall Street Journalê, ku agahiyên xwe dispêre rayedarên DYA'yê, êriş ji bo pêşîgirtina li gefên Îranê yên li ser bazirganiya deryayî yên gengaz hatiye kirin.

Bombardûmana ku beriya hilbijartinên dema navberê yên li DYA'yê hate kirin, weke parçeyek ji êrişên sînordar ên Washingtonê yên hefteyên dawî yên li ser Îranê tê dîtin.

Li gorî nûçeyê, artêşa DYA'yê ji bo nêrîn û atmosfereke welê neafirîne ku operasyoneke leşkerî ya nû ya berfireh destpê bike, van êrişan heta jê tê veşartî dihêle.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA'yê jî beriya niha ragihandibû ku li Girava Keşmê pênc teqînên cuda hate bihîstin û şêniyên herêmê jî gotibûn, li ser ezmanê herêmê du balafir hatin dîtin.

Wezareta Parastinê ya DYA'yê ku AFP'ê daxuyaniyek jê xwest, berê wê da fermandariya leşkerî ya DYA'yê ya li Rojhilata Navîn (CENTCOM). CENTCOM'ê jî li ser vê mijarê hîn daxuyaniyek nedaye.

TRUMP: LIHEVKIRINEKE BI LEZ DIXWAZE

Serokê DYA'yê Donald Trump jî di mijara Îranê de daxuyaniyên nakok dide. Roja Duşemê diyar kir ku dibe ku bi Tehranê re li hev bikin.

Trump li ser hesabê Truth Socialê daxuyanî da û ketina buhayê petrolê bi bendewariya derneketina şerê bi Îranê ve girê da.

Trump got, "Îran lihevkirineke bi lez dixwaze. Dibe ku ev pêk were!"

Serokê DYE'yê roja Yekşemê jî gotibû, ew amade ne ku "derbeke giran" li Îranê bixin.