Kampanyaya paqijkirinê li Hesekê berdewam e
Meclisa Bajarê Hesekê bi hevkariya Şaredariya Gel kampanyaya paqijkirina bajar didomîne.
Meclisa Bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi hevkariya Şaredariya Gel û saziyên li bajêr kampanyaya paqijiyê didomîne û heftane paqijiyê dikin. Di çarçoveya kampanyayê de li taxên Kelasê û Eskerî paqijî hate kirin, îro jî taxa Xişman tê paqijkirin.
Armanca kampanyayê pêşxistina çanda hevkariyê û paqijkirina bajêr e. Kampanya dê dewam bike.
(zş)
ANHA