Rewşa Sirri Sureyya Onder girantir dibe
Di daxuyaniya nexweşxaneyê ya li ser rewşa tenduristiyê ya endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder de hate gotin "Metirsiya li ser jiyana wî mixabin mezin dibe.”

Têkildarî rewşa serokwekîlê meclisê yê Partiya Demokratîk û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ji Nexweşxaneya Florence Nightingale daxuyaniyeke nû hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Onder 13 roj e li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li gel ku bi tedawiya bi piştgiriya ECMO (cîhaza piştgiriya dil) û înotprotîk, stabîleteya wî ya hemodînamîk tê parastin jî, mixabin rewşa norolojîk xerab bûye. Em gihaştine asteke din a şikestinê. Refleksên nexweşê me kêm bûne û werimîna mêjî hîn jî dewam dike. Metirsiya li ser jiyana wî mixabin zêde dibe û dewam dike. Lê belê em bi sebir tedawiyê dikin û li bendê ne.”