Di Zanîngeha Humisê de xwendekarek hat kuştin

Li Zanîngeha Humisê di navbera xwendekaran de pevçûn derket. Di pevçûnê de xwendekarek hatin kuştin.

Di Zanîngeha Humisê de xwendekarek hat kuştin
28 nîsan, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Zanîngeha Humisê xwendekarên pev ketin û di encamê de xwendekarek hat kuştin.

SOHR’ê diyar kir ku komeke xwendekaran bi çekan êrişî xewgeha xwendekarên ji bajarê Siwêdayê kir û pevçûn derket. Di encama pevçûnê de xwendekarekî zanîngehê hat kuştin.

Hate zanîn ku hêzên ewlehiyê yên desthilata Şamê berê xwe da cihê bûyerê lê heta niha tu kes negirtine.

(bb)