Kampa Holê, şer û siyaseta Îsraîlê li Xezayê mijarên rojnameyên erebî ne

Pisporan der barê bilindbûna xeteriyên ewlehî li Kampa Holê de hişyarî da û destnîşan kir ku kamp veguheriye xala nakokiyê ya ji bo gelek sînaryoyan vekirî ye, li aliyekî din jî raporan behsa tawanên dijî serokwezîrê Îsraîlê yên girêdayî siyasetên koçberiya li Xezayê kir.

Kampa Holê, şer û siyaseta Îsraîlê li Xezayê mijarên rojnameyên erebî ne
4 îlon, 2025   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê li ser xeteriya kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bandorên berjewendiyên navneteweyî yên der barê siberoja Sûriyeyê de û helwesta Netanyahu ji şerê Xezayê nivîsin.

ˋKAMPA HOLÊ BOMBEYA DEMOGRAFÎK A LI BENDA TEQÎNÊ YEˊ

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser veguherîna xeterank a kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji kampa penaberên demkî ber bi cihekî gefan li îstîqrara xwecihî û herêmê dixwe, nivîsand.

Rojnameyê agahiyên ku pisporan dane parve kirin ku rewşa li kampê "bombeya demografîk a li benda teqînê ye", ku di kampê de bi hezaran malbatên xwedî îdeolojiyên tundraw hene. Ev dihêle kamp bibe çavkaniya gefên gengaz ên teqînên ewlehî û civakî, ne tenê li hundirê kampê, lê heta derveyî sînorê Sûriyeyê jî.

Rojnameyê diyar kir ku "Nebûna destwerdana navneteweyî ya cidî xeteriya veguherîna kampê ber bi zemîneke çekdar a hundirîn ve zêde dikir. Di navbera şaneyên tundraw de alozî hene û kiryarên siûqastkirinê pêk tînin, çanda tundiyê belav dikin. Ew yek barê Rêveberiya Xweser a Kurd di dîsplînkirina rewşê de girêk û girantir dike û gefan li îstîqrara herêmî dixwe.

Rêveberiya Xweser bi tenê barê birêvebirina vê kampa herî girêktir hildigire, digel wê piştgiriya navneteweyî ya aktîv tune ye. Ruxmî kampanyayên ewlehiyê yên dorveger ku Hêzên Sûriya Demokratîk pêk tîne, hewldanên qetilkirin, ketinê û têkbirina şaneyên razayî beşek ji dîmena rojane ye."

Rojnameyê da zanîn ku ev zexta zêde, lawaziya kontrola ewlehî zêdetir dike, bi taybet kamp li herêmeke ku tê de aloziyên herêmî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Tirkiyeyê de ji aliyekî ve û veşartgehên rêxistina DAIŞˊê ya li çolistana Sûriyeyê ve belav in.

Rojnameyê destnîşan kir ku piranî dewletên rojavayî, ji ber metirsiyên ewlehî û siyasî, vegera welatiyên xwe; jin û zarokan red dike. Bi wê re ev kesên li kampê wisa dimînin ku ne dîlên şer, ne penaberên werin parastinê, ne tawanbarên li pêş dozgeriyê ne.

Li gorî rojnameyê ev valahiya qanûnî valahiya ewlehî xurt dike, ku kampê vedigerîne qadeke vekirî ya hilweşînê.

ˋNETANYAHU ERDEK JI KOÇBERÊN XEZAYÊ RE NEDÎTˊ

Rojnameya Şerq El Ewset helwesta serokwezîrê Îsraîlê Benjemîn Netanyahu ji şerê Xezayê pêşkêş kir û diyar kir ku armanca wî ya bingehîn wêrankirina Şerîda Xezayê bi awayekî hêdî ye û beşek ji şêniyên wê koçber bike. Netanyahu nikarî dewletek bida qebûlkirin ku filistiniyan bihewînin.

Rojnameyê destnîşan kir ku Netanyahu tevgera Hemasê ji bo pêkanîna ajandeyên xwe yên ji salan ve ji bo xerabkirina çareseriya siyasî, bi kar tîne. Wê yekê bi parçekirina Filistîniyan û piştre girêdana wan bi Filistîniyên terorê ve, heta tawanbakriina Hemasê ku ew berpirsê berdewama şer û komkujiyan e, dike.

Rojnameyê aşkera kir ku Netanyahu bersivê tu înîsiyatîfên agirbestê neda û weke rawakirina berdewamiya şer kaxeza dîlgirtiyan bi kar anîn û rê da ku alîkgirên sînordar derbas bibin.

(fr)