Ji Rêveberiya Xweser peyama Rojbûna Hezretî Mihemed

Rêveberiya Xweser bi boneya rojbûna Hezretî Pêxember Mihemed peyamek weşand û got: " Em vê boneyê wekî çavkaniya îlhamê ji bo projeya xwe ya li ser bingeha xweşik û biratiya di navbera gelan û hevgirtina mirovan de dibînin."

Ji Rêveberiya Xweser peyama Rojbûna Hezretî Mihemed
4 îlon, 2025   12:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya rojbûna Hezretî Mihemed peyamek weşand.

Di peyamê de ev bone li tevahî misilmanên li Sûriyeyê, cîhanê, bi taybetî yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha domand "Ev bone bîranînek ji bo nirxên dilovanî, evîn, û jiyana hevbeş e ku di peyama Hezretî pêxember de hatine destnîşankirin. Em vê boneyê wekî çavkaniya îlhamê ji bo projeya xwe ya li ser bingeha xweşik û biratiya di navbera gelan û hevgirtina mirovan de dibînin.

Di vê roja pîroz de, em pabendbûna xwe bi prensîbên edalet û aştiyê nû dikin. Em soz didin gelê xwe ku em ê xebata xwe ji bo avakirina civakek demokratîk bidomînin ku bi nirxên jiyana hevbeş û rêzgirtina hevbeş tê rêvebirin, dûrî ji parçebûn û nefretê ye. Her sal di nav xêr û xweşiyê de bin. Xweda vê boneyê ji her kesî re bibe wesîleya ewlehî, aştî û hezkirinê."

(bb)