`Hevgirtinê komploya hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê têk bir`

Şêniyên kantona Dêrazorê helwesta hevgirtî ya li hember êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa El Wetenî", silav kirin û gotin ew helwest sedema sereke ya têkçûna komploya li dijî herêmê ye.

`Hevgirtinê komploya hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê têk bir`
`Hevgirtinê komploya hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê têk bir`
26 tebax, 2024   07:10
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Ji 7`ê Tebaxê û heta 6 rojan, hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa El Wetenî" gund, bajarok û bajarên rojhilatê peravên çemê Firatê topbaran kirin. Di encamê de 15 sivîl şehîd bûn û 24 kesên din jî birîndar bûn.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan dan û êriş têk birin. Li kêleka wê rûspî, pêkhateyên herêmê li dijî êrişan derketin xwepêşandanan û piştgiriya xelkê kantona Dêrazorê kir. Serokqebîle û rûspiyên eşîrên herêmê bi daxuyaniyên cuda li dijî êrişan derketin.

Li gorî şêniyên kantona Dêrazorê wan bi hevgirtina xwe û jiyana aştiyane, bersiv da êrişên li dijî herêmê û kesên hewl didin ewlehiya wê têk bibin.

Şêniyê bi navê Salih El Reşîd ê ji Dêrazorê got: "Ne dewletên herêmî ne jî rejîm, naxwazin ewlehî li herêma me hebe. Ji ber vê îstiqrar û ewlehiyê êriş herêmên me dikin."

El Reşîd hevgirtina şêniyan li hember êrişan silav kir û got: "Şêniyên Dêrazorê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ne. Şêniyan jî peyama xwe da her kesê dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe. Ev hevgirtin sedema ewlehiya li herêmê ye."

El Reşîd diyar kir ku modela gelê herêmê hilbijartiye rast e delîl jî, hevgirtina pêkhateyan û bûyerên dawîn ên li Dêrazorê e.

El Reşîd wiha domand: "Ji dema ku DAIŞ`ê li herêmê hatiye têkbirin, projeya neteweya demokratîk hevgirtina di navbera pêkhateyan de xurtkirin. Ev hevgirtina qewîn hemû pêkhateyan û olan kom ser hev dike."

Her wiha El Reşîd balkişand ser hêrsa gel û berxwedana hêzên leşkerî li hember êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Wetenî" û got: "Ev hêza civakî ya gelê herêmê sirrê binkeftina êrişan e."

Şêniya bi navê Semîra El Casim a li Dêrazorê jî destnîşan kir ku ti kes nikare fitneyê di navbera gelên herêmê de derxe yan jî hêzên wan ên civakî têk bibe û got: "Her çiqas hewl bidin, lê dê bi bin kevin."

Semîre got ew bi QSD`ê re ne û dê destkeftiyên di bin sîwana projeya neteweya demokratîk de bi dest xistine, biparêzin û çi dibe bila bibe, dê li ber xwe bidin.

(şx)

ANHA