Darên xurmeyan jî para xwe ji şer û aloziyê girtiye

Li herêma Baxozê, ji 12 hezar darên xurmeyê ku deriyê debarê yê ji sedî 60’ê şêniyên herêmê ye, bi hezaran hatine birîn, şewitandin. Pirsgirêka avê jî rewş girantir kiriye.

Darên xurmeyan jî para xwe ji şer û aloziyê girtiye
Darên xurmeyan jî para xwe ji şer û aloziyê girtiye
Darên xurmeyan jî para xwe ji şer û aloziyê girtiye
Darên xurmeyan jî para xwe ji şer û aloziyê girtiye
Darên xurmeyan jî para xwe ji şer û aloziyê girtiye
Darên xurmeyan jî para xwe ji şer û aloziyê girtiye
Darên xurmeyan jî para xwe ji şer û aloziyê girtiye
Darên xurmeyan jî para xwe ji şer û aloziyê girtiye
6 cotmeh, 2025   06:30
DÊRAZORÊ
FATMA EL EBID

Bajarokê Baxozê yê li rojhilatê Kantona Dêrazorê yek ji kevintirîn deverên ku darên xurme lê tên çandin û bûne çavkaniya debarê ye. 

Li gorî şêniyên bajarokê, li herêmê çandiniya darên xurmeyê 200-300 sal beriya niha destpê kiriye. Ji sedsala 19’an ve çandinî berfireh bûye û bi vê yekê Baxoz bûye yek ji herêmên herî girîng ên Suriyeyê ku bi hilberîna cureyên xurmeyê tê nasîn.

Li baxçe û gundewarên bajarokê zêdetirî 12 hezar darên xurmeyan ku ji 40 cureyan pêk tê, hene. Bi vê yekê xurme bûne deriyê debarê yê ji sedî 60’ê şêniyên herêmê.

ALOZIYÊ Û PEVÇÛNAN DERBE LI XURMEYAN XIST

Alozî û pevçûnên ku ji sala 2011’an ve li Suriyeyê dom dikin, bandoreke neyînî li baxçeyên xurmeyan jî kiriye. Herêm heta sala 2019’an di kontrola rejîma Baas û çeteyên DAIŞ’ê de bû û bibû herêmek bi pevçûn.

Di van aloziyan de gelek baxçeyên xurmeyan hatin şewitandin, bi hezaran dar hatin birîn. Kêmbûna avê, zêdebûna germahiyê û şorbûna axê jî, berhemdarî daxist. Lê derbarê zirarên gihîştine herêmê de heta niha lêkolînek bi tenduristî nehatiye kirin.

Piştî ku herêmên di sala 2019`an ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat rizgarkirin, aloziya li herêmê kêm bûye, lê pirsgirêka avê û berheman didome.

Li gorî cotkaran, lêçûna lênêrîna darên xurmeyê û baxçeyan ji berhemên wan zêdetir e, lewma hinek welatî neçar mane ku li çavkaniyên din ên dahatê bigerin.

DAXWAZA ALÎKARIYÊ

Daham El Minîf, cotkarekî li bajarokê Baxuzê ye ku debara xwe bi xurmeyan dike. El Minîf dibêje ku darên xurmeyê ji pêşiyên wan maye û çavkaniya sereke ya debarê ye, lewma wekî mîrateyekê diparêzin, lê niha berhema wan kêm bûye.

Welatiyê bi navê Maaş El Hisên jî xwest ku projeyên çandiniyê yên domdar werin çêkirin ku ji bo pêşxistina çavkaniyên debarê bibin alîkar û cotkar neçar nebin baxçeyên xwe berdin.

(k)

ANHA