Jinên Girkê Legê û Çilaxa mijarên ekolojiyê nîqaş kirin

Jinên bajarên Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê mijarên ekolojiyê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kirin û got divê fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî ekolojiyê werin naskirin û divê jin rola xwe di sînordarkirina pirsgirêkên ekolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bilîzin.

Jinên Girkê Legê û Çilaxa mijarên ekolojiyê nîqaş kirin
Jinên Girkê Legê û Çilaxa mijarên ekolojiyê nîqaş kirin
Jinên Girkê Legê û Çilaxa mijarên ekolojiyê nîqaş kirin
Jinên Girkê Legê û Çilaxa mijarên ekolojiyê nîqaş kirin
Jinên Girkê Legê û Çilaxa mijarên ekolojiyê nîqaş kirin
Jinên Girkê Legê û Çilaxa mijarên ekolojiyê nîqaş kirin
Jinên Girkê Legê û Çilaxa mijarên ekolojiyê nîqaş kirin
Jinên Girkê Legê û Çilaxa mijarên ekolojiyê nîqaş kirin
Jinên Girkê Legê û Çilaxa mijarên ekolojiyê nîqaş kirin
9 tîrmeh 2024   02:35
QAMIŞLO

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên xwe parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan di xelekên xwendina pirtûkan de dixwîne. Di vê çarçoveyê de Kongra Star 2 xelek ji bo xwendina analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê ekolojiyê de ji Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk (Şaristanî û Kapîtalîzm) û Sosyolojiya Azadiyê li dar xistin.

Beşdaran sedemên sereke yên hilweşîna ekolojiyê nîqaş kirin. Yek ji jinên beşdarî xeleka xwendinê ya li bajarê Çilaxa bûye, Fatme Esaf axivî û got: "Li gel dewama pirsgirêkên ekolojiyê ku cîhan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êşên wan dikişîne, rola jinan di jûnve rêveçûnê de û sererastkirina têkiliya di navbera wê, ekolojî û xwezayê de roleke bingehîn e. Ji ber ku pirsgirêkên ekolojiyê hîs dike û ew dikare nifşên li hember ekolojiyê berpirsiyar be bigihîne."

Fatme diyar kir ku rewşa ekolojiyê li ser tevan ferz dike ku tev bigere û wiha domand: "Em ê li komîn û gundan çalakiyên hişyarî û semîneran bidin. Her wiha em ê semînerên taybet bi jinan jî bidin. Em şêniyan teşwîq dikin ku daran biçînin ku çolistanê sînordar bikin, avhewayê biguherin. Her wiha em ê hemleyên paqijkirinê ji bo parastina ekolojiyê li dar bixin."

Li aliyekî din jî Kerîme Mihemed wiha axivî: "Di destpêka xwezayê de tu qirêjiya ekolojiyê tune bû. Ji ber ku di navbera mirov û xwezayê de têkiliyeke dualî hebû û rola jinan di wê têkiliyê de ya bingehîn bû. Lê bi pêşketina endustriyê û serdema kapîtalîzmê re madeyên ekolojiyê zêde hatin bikaranîn. Bi wê re pirsgirêkên mîna qirêjî, qutkirina daran, kêmbûna avê, çolistan û hwd derketin."

Kerîme destnîşan kir ku bi endustriyalîzmê re gelek pirsgirêk di xwezayê de derketin, mîna pirsgirêkên di çînên atmosfêrê û germbûna gerdûnê de û zirareke mezin bi ekolojiyê kir.

Kerîme anî ziman ku tiştên di van salên borî de ji erdhej, volkan, şewitandina daristanan û pirsgirêkên din rû dane, ji ber nezanînê ne û wiha li gotina xwe zêde kir: "Kapîtalîst ji bo siyasetên xwe yên qezenckirinê ekolojiyê wêran dike û em jî bi kirinên xwe dibin alava wê."

Li ser çareserkirina vê pirsgirêkê Kerîme wiha pê de çû: "Divê em rêbaza jiyana xwe biguherin. Ev yek jî encax bi zanîn û zanistê pêkan be. Ji lew re em pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî hûrgilî dixwînin. Her wiha çareseriyên guncaw û rola jinan di vê mijarê de dixwînin. Rêbertî dibêje hêmana bingehîn a parastina ekolojiyê û tamîrkirina wêraniyê bi rêya jinan a gihandina nifşan pêkan dibe."

Zîlan Roj a ji Girkê Legê jî wiha got: "Divê em jin rola xwe ya pêşeng bi çalakiyên ekolojiyê, birêxistinkirina civakê li gorî metoda ekolojiyê pêk bînin."

(fr)

ANHA