Urdunê rê li ber qaçaxçîtiya narkotîkê girt

Hêzên Urdunê hewildana qaçaxçîtiya narkotîkê ya ji Sûriyeyê ya ber bi xaka Urdunê ve têk bir.

Urdunê rê li ber qaçaxçîtiya narkotîkê girt
21 tîrmeh 2024   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa fermî ya Urdunê ku agahiyên xwe dispêre hêzên çekdar ên Urdunê, hêzên Urdunê bi hevkariya hêzên ewlehiyê li ser sînorê Sûriyê -Urdun hewldana derbaskirina narkotîkê têk birin.

Hate diyarkirin ku hewl dihat dayîn ku bi qaçaxçî bi rêya dronekê narkotîk ji Sûriyeyê derbasî Urdunê bê kirin û hate gotin, dron li xaka Urdun hat xistin.

(bb)