Zarokek bi îşkenceyê hate qetilkirin
Li bajarê Idlibê yê dagirkirî zarokek bi îşkenceyê ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Idlibê yê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, zarokeke ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.
Li gorî SOHR`ê "Bav bi saetên dirêj keça xwe bê cil li ber germahiya tavê li ser banê malê girêdabû. Lê da û îşkence lê kiriye heya jiyana xwe ji dest daye."
Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka salê ve 42 sûc li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê rû dane. Di encamê de 31 kes hatine kuştin û 63 jî birîndar bûne.
(şx)