Koma xwendinê ya jinan a Şêxmeqsûdê pirtûkên Rêber Ocalan nîqaş dike
Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê koma xwendinê ya jinên endamên Kongra Star û komînan, dest bi xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan kiriye.
Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên xwendinê pirtûk û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin.
Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê ya Kongra Star a bajarê Helebê jî beriya çend rojan dest li navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûdê dest bi xwedina parêznameyan kir.
Jinên tev li komên xwendinê dibin, endamên komîn û meclisên Kongra Star in ku niha parêznameya 5`an a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk dixwînin.
25 jinên Kurd û Ereb tev li vê komê bûne. Jin, herî zêde rêbazên naskirina rastiya têgehan nîqaş dikin.
Endama meclisê ku tev li komê bûye, Meys Şaşo got: "Me gelek sûd ji xwendina pirtûkê û nîqaşên xwe girtiye. Em hewl didin cewher û wateya rastîn a têgehan fêm bikin."
Meyseyê wiha domand: "Bi nîqaşkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên têgehên modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk, êdî di diyardeya naskirina rastiyê de bêtir zana bûm.”
Meysê di dawiyê de got: "Armanca sereke ya lidarxistina van çalakiyan, naskirina projeya Rêveberiya Xweser û rêbazên praktîkkirina wê di nava civakê de ye û çawa wê projeyê ragihînin gelên bindest."
(şx)
ANHA