Di êrişa artêşa Tirk de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
Di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li ser bajarê Til Rifetê de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh êvarî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Bêlûniyê û Minix yên bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kiribûn. Di encama topbaranê de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn.
Navên leşkerên Şamê yên birîndar bûne ev in: Şûcai Xesan, Recep Cerûd, Ebdullah Xemîs û Elî Xalid.
(bb)
ANHA