Dewleta Tirk 3 hezar û 540 penaber bi zorê şandin herêmên dagirkirî
Dewleta Tirk ji destpêka Tîrmehê ve berê zêdekirî 3 hezar û 500 peneberên Sûriyeyê şandin herêmên dagirkirî da ku wan li şûna niştecihên resen bi cih bikin.
Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka meha Tîrmehê ve 3 hezar û 540 penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bi darê zorê şandin herêma dagirkirî.
Li gorî SOHR, dewleta Tirk a dagirker di hefteya borî de berê 840 penaberên sûriyeyî da herêmên dagirkirî da ku wan li şûna niştecihên resen bicih bike.
(bb)