Şêniyên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê helwesta rêxisitnên hiqûqî yên navneteweyî ya li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Şêniyên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
21 tîrmeh 2024   13:29
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi meşekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wê ya fîzîkî kir.

Xwepêşandêran bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), pankartên "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî"  ji pêşiya Qada Jinan a li bajêr dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo"  û "Na ji bêdengiya navneteweyî re" hatin berzkirin.

Xwepêşandan li çerxerêya Şaredariyê rawestî û veguherî mîtingê.

Di mîtingê de hevseroka rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajêrê Dirbêsiyê Diyana Ebdullah axivî. Diyana tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ji pergala nû anku gel xwe bi xwe xwe bi rêve bibe ditirsin lew ra tecrîdê giran dikin.

Diyana bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên NY`yê şermezar kir û got ew berpirsên tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan in.

Diyana bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û got, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê gel her tim li qadan be.

Mîting bi berzkirina "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(şx)

ANHA